ala kurdistan
Ey Reqîb

Ocalan: Yên îro piştgiriyê didin DAIŞ'ê wê sibe zerara vê bibînin

Mehmet Ocalan vasîsê Ocalan Mazlum Dînç  û malbatên Şeyhmus Poyraz û Cumalî Karsu ji Girava Îmrali vegeriyan. Mehmet Ocalan, diyar kir Ocalan jêre gotiye ku, wê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin û yên îro piştgiriyê didin DAIŞ'ê wê sibê zerara vê bibînin.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan destnîşan kir ku dema ew ji bo hevdîtinê serlêdan dikin, çend hefte paşê dikarin hevdîtinê pêk bînin û da zanîn li gel vê tenê ew dikarin nîv saetê bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin. Bira Ocalan bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Rêberê PKK'ê me nexistiye Îmraliyê. Dewletê ew xistiyê vê derê. Lewma divê tiştên pêwîst dewlet bicih bîne. Kurtkirina dema hevdîtina me ne di hiqûqê de heye, ne jî di mirovahiyê de. Pêwîst e êdî dest ji van pêkanînan were berdan."

Mehmet Ocalan, der barê hevdîtina bi Ocalan de jî ragihand ku Ocalan jêre gotiye, pêwîst e li dijî DAIŞ a êrîşî Rojava dike, heta dawiyê têkoşîn were dayîn. Mehmet Ocalan peyamên Ocalan wiha ragihand: "Kîjan hêz piştgiriyê dide wê, em ê bi wê re têkoşîn bikin. Hêzên ku îro piştgirî didin DAIŞ'ê wê sibê zerara vê bibînin."

Mehmet Ocalan li ser pirsa rojnamevanan a, "Gelo di hevdîtinê de der barê hilbijartinên serokkomariyê de tiştek hate axaftin an na?” jî ev bersiv da: "Li ser vê mijarê me tu hevdîtin pêk neanîn."

Mehmet Ocalan herî dawî diyar kir ew êdî daxwaz dikin ku qedexeya li ser parêzerên Ocalan a ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve nikarin biçin giravê bi dawî bibe. (anf)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News