ala kurdistan
Ey Reqîb

Gava dewleta Romê li Êzidiyan hate xezebe

Keremê Seyad di sala 1938’ê de li Ermenîstanê ji dayîk bûye. Dema ku împeratoriya Osmaniyan di sedsala 20’ê de dest bi qirkirina gel, nijad û olên din kir, Kurdên Êzidî jî direvin Ermenîstan û welatên din ên Sovyetê. Keremê Seyad ê ku bi qasî 50 salan di Radyoya Dengê Êrîvanê de xebitî wiha qala bapîrê xwe dike; “. Malbata me mala kalikê min pêş de ji Qersê derbasî vî alî bûne. Di sala 1909d e derbasî vî alî bûne, tevî civata Ermeniyan, dema dewleta Romê (Tirk) li Kurdên êzidî hatibû xezebê û qir dikir û car alî direvîn. Hema wî çaxî niha ez bibêjim di rojnameya Riya Teze de şiklê wê heye di hejmarê teze îro de derketiye.”

Keremê Seyad ji ANF’ê re wiha qala jiyana xwe dike; “Ez di 30’ê berfanbara sala 1938 de li nehya Talînê li gundê Heko ji dayîk bûme. Nêzî 10- 12 gundên Kurdan li wê derê hene. Malbata me mala kalikê min pêş de ji Qersê derbasî vî alî bûne.”

DEMA DEWLETA ROMÊ LI ÊZIDÎ Û ERMENIYAN HATE XEZEBÊ

Seyad diyar dike ku kalkên wî di sala 1909d e derbasî vî alî (Ermenîstanê) bûne, tevî civata Ermeniyan, dema dewleta Romê (Tirk) li Kurdên êzidî hatibû xezebê û qir dikir û car alî direvîn. Seyad dibêje; “Hema wî çaxî niha ez bibêjim di rojnameya Riya Teze de şiklê wê heye di hejmarê teze îro de derketiye. Kurapekî babê min Hesoyê Mamo wekî hevpeyvînê dide Heciyê Cindî di rojnemaya îro de heye. wextê revê lê dinêre xuşkek û birayek yê babê min li ber derî runiştine, digirîn. Hesoyê Mamo dibêje hûn çima digirîn? Dibêjin diya û me babê me xuşk û birayê me hemû reviyane çûne, em tenê mane. Ew Hesoyê Mamo her dû xuşk û bira tîne ber derê çemê Erezê, digihîne wana û derbasî vî alî dibin. Xwişk û birê babê min derbasî vî alî dibin. Û hesiriyeke geleke mezin xelayê birçîbûnê çi çetinahiyê bibêjî dibînin. Dewlate Romê dikeve pey tevahî civatan ku ji wir direve, dixwaze wan qir bike.”

DENGÊ BABÊ XWE TOMAR KIRIYE

Keremê Seyad dengê babê xwe jî qeyîd kiriye û wiha qala çîroka bab û kalikê Seyad dike; “Tê dertê vira nêzîkî nahiya Eşterekê ye. Wî çaxî babê min gilî dikir, dengê babê min heye, min li gel xwe qeyt kiriye, bi xwe gotiye. Gotiye wekî kalkê min Xalitê Çolo wî çaxî çûye cihekî pîrka min Kewê yekî dişîne pêşiya kalkê min Xalit, dibêje jêre bibêjin ‘bila di wê riyê re neyê, Rom li wê derê ye wê Rom wî bigire emaneta bigire here. Û ew ê ku diçe pey kalkê min dereng diçe heya diçe êdî kalkê min êdû tê Rom wî digire. Rom ferman dike; biçin pêncî mêrî bigirin bînin werin. Cêrgê didin sekninandinê pêncî mêrî, kakê min jî didin sekinandin, babê min jî didin sekinandin babê min hingê 14 salî bûye.. Babê min gilî dikir dengî wî heye, dengî her tim dibihîsim bêhna min jî lê dertê. Hey ber xwe dikevim hey çi bêjî tê bîra min. Kalkê min dibêje Simo ew jî di nava cêrga de bûye di nav wan kesan de bûye, dibêje ‘tu dikarî nav wana de Seyad xilas bikî? ew jî dibêje ‘hey mala te xirap bibe ez ê Seyad çawa xilas bikim wê êdî me dibin diçin. Rom dijmire pêncî û yek derdikevin babê min yê pêncî yekê bûye yê en dawiyê û di nav wan kesan de yê herî biçuk bûye. Pehînekê li babê min dixin orta wan mirovan derdixin dibêjin here. Wî çaxî babê min xilas dibe. Lê kalkê min Xalitê Çolo digirin.”

‘KALKÊ MIN DIAVÊTE SER ZELULEYAN’

Kalkê Kerem jî, weke her Kurdekî dengbêj bû û hin bîranînên dengxweşiya kalkê xwe vedibêje; “Mirazekî Elo hebû li gundê Heko de. Wan salên zemanên kominîstiyê digot Kerem wekî niha îznê bidin ez herim derbasî wî alî bibim ez dizanim me kalkê te li ku derê veşart. Digot ‘kalkê te dengbêj bû stranbêj bû’. Digot diavête ser zeluliya xwe, diavête ser halê xwe, gelek li ber xwe diket. Wisan got. Kalkê min bi erebêve girêdidan pê kevir didan kişandin wekî ga. Wisa bi wan kederan kalkê min tê kuştin, babê min carekedin derbas dibe, ji Ermenîstanê diçe Tiblîsê. Bajarê Tiblîsê de demek dirêj nêzî 9-10 salan dimînin. Zemanekî li wir dimînin wê derê êdî babê min yekî binecihê wê derê gelekî xwendî bûye, xwendina wî ya Rusî bûye û zane bûye. Wî çaxî babê min dikeve ser xebatê. Xebata poştê poşta dewletên Ermenistanê, Rusyayê Sovyeta wî çaxî dibirin Cutvayê teslîm dikirin.”

DIXWAZIN HERIM NAVA GUND Û PISMANÊN XWE…

Kerem wiha qala babê xwe jî dike; “Babê min yekî serwext bû. Wî çaxî navbera herdû kalkê min Xalitê Çolo Bêmalê Evdî gelek xweş bûye. Dure kalkê min Bêmal dibêje ‘ser xatirê biratiya min û Xalit ger xwestina Seyad hebe ez ê qîza xwe Gulê bidim Seyad.’ Wisa li hev tê babê min diya min distîne. Babê min gilî dikir di got; Kerem kurê min dema cimeta me gişt derbasî Ermenîstana Rojhilatê bû wê derê êdî gund gundê miletiyê, êdî şên bû û got gişt hatin, ez tenê mam di Tiblîsê de. Got ‘min ji serkarê xwe re got ez dixwazim herim Ermenîstanê gundê xwe nav pismamên xwe. Serkarê min got ‘Kerem were neçe, heyfa te tu kadroyek hêjayî, kurekî zaneyî, neçe. Bêrê xwe dayê ku ez dixwazim biçim êdî acizbû got; diqewime ew solê sêsed manetî lingên te dêşînin.’ Got ma ev riya çûyîna Ermenîstanê nîne û rê nîşanî min da, got ‘tu yê çawa vî şixulê xwe, karê xwe bihêlî herî, têkevî nava wa qirqiraça, topa gelê gelî gevozan.’ Got ‘kir û nekir nekarîbû min ji biryara min davje bide ez êdî hatim.’ Lêda û hat. Wî çaxî êdî xuşkêk û çar birên min dimirin. Pîştî wê hêrîka xwîşka min (hêrik bi zimanê Ermenî bes e), piştî wê ez dibim navê min jî datînin Kerem yanî ‘Kerema Xwedê’, paşê Mîrazê birê min bûye em du bira sê xwişk in. Navê Mîraz jî babê min gotiye Mîrazê nû bûye. Em du bira sê xwişk di gundê Heko de mezin bûn. Xwişkên min jî birayên min jî hemû xwendibûn.”

MALBATA WÎ DIKIN Û NAKIN KEREM DEST JI ERMENÎSTANÊ BERNADE

Kerem diyar dike ku her çendî malbata wî dixwaze ew jî biçe Rusyayê û jiyaneke baştir bijî, lê naçe. Dibêje; “Wekî niha çûye Rusyayê (gelekî muhtacê wê yekê ye dixwest, wekî ez jî biçuma wê derê, lê ez neçûm. Cimeta me jî li vir Ermenîstanê ew qas diçe wê derê dibêje dema ku nan datîne ber xwe hêsrên xwînê ji çavên min tên. Ez niha çi nanî dixwim ez baş dizanim niha li Ermenîstanê rewş çi awayî ye. Çi nanî dixwin. Belê. Birayê min gazî min kir got were Rusyayê em tevahî bijîn lê ez neçum. Paşê ez xebitî derbasî xebata radyoyê bûm. Ez dixwazim bibêjim ji bona çî ez neçûm.”

DI 10 SALIYÊ DE EVÎNA KEREM Û RADYOYÊ DEST PÊ DIKE

Kerêmê Seyad di 10 saliya xwe de dest bi xebatên Radyoya Dengê Êrîvan a ku rolek girîng di çand û wêjeya Kurd a ku Kurdistanê hatibû qedexekirin de leyîst, dike. Seyad 50 salên xwe dide Radyoyê û wiha behsa evîna xwe û Radyoya Dengê Êrîvanê dike; “Demek niha min 7 deh salî derbas kirine. Li ser 7 deh saliyan jî sê sal 73 sal. Her deh salek zemanek e. Zemanê zarokatiyê ye. Min deh saliya xwe ya zarokatiyê de dema çûm dibistanê nabeje payê xwe bidim, lê babê min gelek guh dida ser xwendinê. Nedixwest wekî ez derveyî dibistanê bimînim. Çûm dibistanê hîn bûm. Lê min hema di 10 saliyê de ji xebata radyoyê gelekî hez dikir. Radyoyê dîwaran hebû her malê dihatin radyo di dîwaran de dikirin. Rast bibêjim, min ew radyo dida ber guhê xwe min got ‘gelo xwedê vana bi çi cureyî bernameya çêdikin’. Min bernameyên Ermenî Rusî hemû guhdar dikir, wisa dizanî kîjan deqêde wê xeber bê dayîn. Min xebata radyoyê bi wî cureyî hes kir, heyanî gehiştim dersxana 6-7 heyanî 8 an.”

DI TEMENÊ ZAROKATIYÊ DEST BI NIVÎSÊ DIKE

Keremê Seyad hê di temenê 15 saliyê de ji rojnameyan re nivîsên zarokan dinivînse. Kerem dibêje, “Min dibistan li gundê Heko xwend, li wê derê dersxaneya heya 10 hebû. Dema salên xwendinê de min di dersxaneya 8’an de dest pê kir û dinivîsî. Nivîsandin û enformasyonên ji bo zarokan, rojnameyên zarokan re, axangar ew wekî ronahî tê navkirin, ji rojnameya neyhê wê demê çaxê Sovyetê de Droşov re min dest pê kir êdî bere bere min ji rojnameya re dinivîsî. Wê demê temenê mi 14- 15 sal bû. Min di 14- 15 de salî de dest pê kir dinivîsî.”

NIVÎSÊN REXNEGERÎ JÎ DINIVÎSE

Kerem di zarokatiya xwe de ne tenê nivîsên zarokan dinivîse, êdî dest bi nivîsandina nivîsên zarokan kir her wiha min nuçeyên kritîkiyê yên rexnegiriyê jî dinivîsî wekî çima serokatiya gundê Heko guh nade karê kîno (sînema)yê, serokatiya nehyê ji kînoyê re bêje wekî kînoyê bişînin. Kerem wiha behsa vê yekê j ime re dike; “ Ji ber nîşadayîna kîno şiklan ji bo cimetê gelekî ferzbû. Wê çaxê gund di tarîbûnêde bûn. Carekê baş tê bîra min serokê gund. Mirovekî gelekî milethez û baş bû banî min kir got; hele were (wê çaxê ez hîn biçuk bûm) kengê kîno hatiye vê derê, me nehiştiye nîşan bidin paşde çûye nehyê, te ji rojnameya Ermenî ya nehyê re nivîsandiye. Min got nivişt bê pişt nabin ev gotina cimetê ye, ger tiştekî wisan tunebiya min nedinivîsiya. Niha jî ez amade me ji bona her giliyek ê enformasiyê yê rexnekirinê, çi hebe divê ez binivîsim.

KEREM PERÊ ŞEKIRÊ DIYA XWE DERDIXE

Kerem êdî navdar dibe, ji rojnameyan re dinivîse û êdî diyarî û pere ji wî re tên. Lewra diya Kerem dibêje; “Xwedê min qurban bike, perê şekirê min êdî bi perê Kerem tê.” Kerem heta sala 1955’an dinivîse û di sala 1957’an dibistan qedand, dibistana Kurdî Ermenî û Rûsî. Piştre jî berê xwe dide rojnameya Riya Teze û di wir de “ronahî dît”, rojnameya Ermenîstanê Soyvetekan Hayastan ya rêspoplîkê bû. Kerem dibêje; “Paşê wê min ji gelek radyoyan re hemu paran de dest pê kir û dinivîsî.

DI 17 SALIYÊ DE DEST BI KARÊ ROJNAVANTIYÊ DIKE

Kerem di 17 saliya xwe de dibistan diqedîne û diçe Tîflîsê li wir dest bi kar rojnamvaniyê dike û li wir êdî ji radyoyeke Ermenî re dinivîse. Kerem wiha behsa vê kêliya jiyana xwe dike; “Min ew qas nivîsî li Tiflîsê wana banî min kir, gotin were li cem me bixebite. Kartek dane min gotin vê kartê dabigire, şiklê xwe jî lê bi xwe we re bîne û cem me bixebite. Mala xwişka min li Tiflîsê bû. Min maqayelek yê rexnegiriyê nivîsî, ‘Çima Riya Gund Nayê Çêkirin. Serokê bajara sekereçuyê ez nas nedikirim, got wekî ev kî ye, hatiye vê derê navekî nû ye, di aliyê maqaledariyê de hatiye kifşê, meqeleyên rexnegiriyê dinivîse.”

DÎSA BÊRIYA ERMENÎSTANÊ

Piştî ku nivîsên wî yên rexnegeriyê tên ecibandin, ji wî re pêşniyarên mezitir tên û bang dikin ku li cem wan bixebite, lê Kerem berê xwe dide Ermensîtan. Kerem der barê vegera xwe ya Ermenîstanê de dibêje; “Dema ez behs dikim salên 57’taye. Paşê rojnameya Sovyetakan Virastan gazî min kir wê derê rojnameya Ermenî bû ez neçûm. Min got kengê jî hebe ez ê biçim Ermenîstan ê. Sala 199’an vegeriyam Ermenîstanê min dîsa dest bi xebata xwe kir. Hele hîn gazî min nekiribûn min dîsa nivîsên rexnegiriyê, çand û kulturî dinivîsî. Heyanî sala 1961’ê. Rojekê ez di nivîsxana gundê Heko de runiştîbûm min dît muxtarê gundê Heko Sikoyê Reco jêre telefon kirin, wê demê telefonê dîwaran bû ewî hilda behsa min kirin, pirs kirin li gundê weki mirovek bi navê Keremê Seyad heye? Siko li çavê min nêrî got erê. Gotin jêre bibêjin bila bê Rewanê (êrîvanê) cihê xebatê heye, bila bê bixebite. Ew yek êdî sala 1960’î bû. Mixtarê gund xarzî te dipirsin lê ez nahêlim tu herî. Divê tu kadroyê gund bî. Divê tu di gund de kar bikî û kêrî gund bêyî. Min got xalo ez nizanim çiye, çi xebat e, lê êdî ez ser ve çûme wekî çi xebat e. Xebata rojnamevaniyê ye. Got gotine wekî sibê rabe bê.”

Kerem sibê radibe ji gundê Heko diçe navenda Talînê li ber avahiya komîteya xebatê disekine, berê xwe dide ku serokê bajêr hat û derbas bû. Silav dide Kerem, û rewşa wî pirsî. Serokê Bajêr got; “Haya me jê heye wekî ji Êrîvanê ji bona xebatê ji te re li têlê xistine. Ger em li vê derê xebatê bidin te tu yê li vir bisekinî an na?” Kerem bersiv dide û dibêje; “ Min jî got ez nikarim bêjim.” Wî jî got ka lê binêre aqlê xwe bike şixulê te ye em nikarin te asteng bikin pêşiya te bibirin.”

Lê Kerem lêda û hate Êrîvanê û der barê hatina xwe ya Êrîvanê de jî wiha diaxive; “Min lêda hatim Êrîvanê. Min berê xwe dayê. Min wê demê ew qas maaş distand. Ji ya niha zehftir. Heqê nivîsarê heqê maqalan. Min got ez diçim desteyek mezin yê maqala nûçeyan nivîsaran parê Rusan, Azerbaycana Ermeniyan re ji hemû paran re nivîsar ji rojnameyan re nivîsar min hilda ez hatim. Wê demê Xelîl Muradovê rehmetî bû. Casimê Celîl jî wî çaxî redaktorê sazbendiyê bû. 2 sal pêş de ew serwerê parê bûye piştre ew derxistibûn Xelîl Muradov kifş kiribûn.

Dema ez çûm Xelîl Nuradov êdî serwerê parê bû. Me silav da hev dû. Got “dixwazin te li vir bînin ser xebatê. Got em herdu niha herin cem serokê radyoyê. Serokê Hakop Ayvazyan bû wê çaxê. Got em ê herin cem wî biryar bidin. Em rabûn çûn. Berî ez ji bîr bikim, ez bibêjim bila Casimê Celîl rehmet lê be, çav papkê min ket ka çiqas meqele di nav de hene, got wê tiştekî ji vê papkê sor derkeve. Lê Xelîl Muradov ji min re got diqewime em nîv aylikê bidine, te diqewime em ayliqa tam bidine te. Wê çaxê ayliqa tam 70 manat bû, lê nîv ayliq jî 35 manat bû. Got lê em ê binêrin. Min jî got ez hele hê nizanim. Ez ê bêm vê derê kirê bijîm, hele pêre pêre avahî nadine min. Ewî got raste wê derbekê de avahî nedine te. Got lê tu yê kirê bijî, heya wextekê, wextekê şun da tu yê avahî bistînî. Di wî demî de ez 21 yek salî bûm.”

Piştî wê Keremê Seyad êdî dest bi xebata Radyoyay Êrîvan ê dike…

(dergush.com)

 

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.
Image CAPTCHA
Enter the characters shown in the image.

Rojname Kurdish News