ala kurdistan
Ey Reqîb

18 hezar leşkerên tirk bo “operasyona” li dijî Rojava amadene !

Rojnameya (Yenî Şafak) di raporekê de belavkiriye ku “Ji bo ku PKK li Rojavayê Kurdistanê dewleteke defakto ya kurd ava neke, Enqere ketiye tevgerê, Artêşa Tirkiyê jî bi 18 hezar leşkeran li bakurê Sûriyê amade ye ji bo operasyonê.”

 

Di raprê de hatiye ku “Piştî ku DAIŞ ji Til Ebiyedê vekêşiya, gotegot belavbûn ku PYD Ereb û Tikmen bi zorê koçber kirine, li ser van gotegotan jî Enqereyê helwest wergirt. Piştî ku serfermandariya artêşa Tirkiyê ligel MÎTê û serokwezîr civîn pêkanîn, biryar dan ku qelxanên parastinê” li Rojavayê Kurdistanê ava bikin.

 

Rojnameya nêzîk ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) belavkiriye jî “MÎT dê planan wê operasyonêheta demek nézukdbé amade bike.” niha jî ew hêz çaverêyî fermana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ehmed Davutoglu ye.

 

“Ew operasyon dê bi navê şerê li dijî DAIŞê be. Leşkerên Tikriyê jî dê bi dirêjahiya 110 K.M û kûrahiya 33 K.M” derbasî axa Rojavayê Kurdistanê bbin.

 

Di raporê de amaje hatiye kirin jî ku “Dê artêşa Tirkiyê li dijî 46 rêxistinan li ser sînorê xwe ligel Sûriyê (di nav wan de YPG jî heye) tevgerê bike, zanyariyên temam jî li ser wan rêxistinan li berdest in.”

 

Dê Tikriyê jî bo mebesta encamdana wê operasyona “daxwaza piştgiya NATOyê bike û dê 2 mehan” li ser axa Rojavayê Kurdistanê bimîne.

 

Mebesta Tirkiyê ji encamdana wê operasyonê ewe ku “modeleke wek a Libnanê pêkanîne, wate navçeya tampon ava bike” wek çawa Îsraîl sînorê xwe ligel Libnanê diparêze.

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News