ala kurdistan
Ey Reqîb

Enstîtuya Kurdî: Ji bo azadiya ziman dengê xwe bilind bikin

 

 

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo 21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniyeke weşand û bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku  dev ji vê ramana kevneperest berdin û parastin û pêşvebirina zimanên li Tirkiyeyê bi makeqanûna nû mîsoger bikin. Enstîtu, her wiha bang li gelê kurd û gelên din ên ku zimanê wan tê kuştin kir ku ji bo azadiya zimanan dengê xwe bilind bikin, ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dakevin qadan.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo 21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li hemû mirovên ku zimanê dayikê wekî şîrê dayikê helal û şîrîn dibînin, pîroz û bimbarek be!”
Enstîtuyê di daxuyaniya xwe de wisa got: “Di 14 saliya Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de Sekretera Giştî ya Rêxistina Çand, Zanist  Û Perwerdehiyê  ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Irina Bokova bang li hemû endamên UNESCO, mamoste, pispor ên li zanîngehan û dibistanên têkildarî UNESCO’yê dike da ku ew bi awayekî xurt balê bikêşin ser girîngiya pirrengiya zimanî, çandî û perwerdehiya bi zimanê dayikê.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ne tenê Irina Bokova, gelek sazî û kesên pispor li ser vê bîr û baweriyê ne ku divê rê li ber qirkirina zimanan were girtin û ji bo vê yekê jî rêbaza herî girîng perwerdehiya pirzimanî ye. Her wiha ew wisa bawer dikin ku qirkirina zimanan jî bi qasî qirkirina mirovan sûcekî kirêt e li dijî mirovahiyê. 
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di daxuyaniya xwe de got ku serdest û rayedarên dewleta Tirkiyeyê hê jî ji vê bîr û baweriyê dûr in, wisa bawer dikin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê dê Tirkiyeyê parçe bike û wisa dom kir: “Ji ber ku rayedarên Tirkiyeyê hê jî zimanê xwe wekî aleke ji dengan anku wekî sembola desthilatiyê dibînin û naxwazin li hemberî vê alê tu alên din li esmanê vî welatî pêl bidin. Li gorî baweriya me, perwerdehiya bi zimanê dayikê Tirkiyeyê parçe nake, lê qirkirina zimanê dayikê civakê parçe dike. Em wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin da ku dev ji vê ramana kevneperest berdin û parastin û pêşvebirina zimanên li Tirkiyeyê bi makeqanûna nû mîsoger bikin. Her wiha em bang li gelê kurd  û gelên din ên ku zimanê wan tê kuştin dikin  da ku ji bo azadiya zimanan dengê xwe bilind bikin, ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dakevin qadan

(diyarname)

 
Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News