ala kurdistan
Ey Reqîb

Monumenta Helebce hat nûkirin

Piştî ku di çend mehên borî de karên nûkirina Monumenta Helebceyê dest pê kirin, doh (16.03.2014) Monumenta Helebce ji mêvanan re hat vekirin.

Rêveberê Monumenta Helebceyê Serxîl Xefar ji BasNewsê re got: “Piştî ku çend pirsgirêk di salonên monumentê de derketin, dîzayineke nû jê re hat danîn da were nûkirin û niha ew proje ketiye warê cî bi cîkirinê û me hewl da ku arşîv û dokumentên Helebce bi awayekî nû dîzayin bikin.”

Xefar wiha axifî: “Qaseya pereyên ku bo karê nûkirinê hatine kirin zêdeyî 400 milyon dînar e, dê proje jî bi du qonaxan bê bicîkirin.” 

Ji aliyê endazyarî ve Monumenta Helebce bi awayekî bazinî hatiye avakirin li ser erdekî bi rûbera 1600 metir di destpêka bajar de. Bilindiya Monumenta Helebce, 1988 cm, û çar dest û şazde tilî ber bi asmana ve hatine araste kirin.(basnews)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News