ala kurdistan
Ey Reqîb

Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê civînek lidarxist

Însiyastîfa Rewşenbîrên Kurd ku heta niha li Qefqasya û Ewropayê civîn lidarxistine û herî dawîn jî li Stenbolê kom bûbûn, li Paytexta Belçîka Brûkselê konferansek lidar xist.

Civîna Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd ya Brûkselê bi sirûda Ey Reqîb û rêzgirtina bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Di civîna ku rastî eleqeyeke mezin hat de ji aliyê Agirî Soran ve Rapora Komîteya Amedekar ya Însiyatîfê hat xwendin. Di raportê de kar, xebat û armancên însiyatîfê bi berfirehî hatin vegotin.

Di konferansê de axaftvan Azad Yaşar gotara xwe ya bi navê Nêrînên Analîtîk li ser Rewşenbîrên Kurd, HüseyinTurhallı li ser mijara Parametreyên Sereke yên Siyaseta Kurd, Newzat Şirnexî li ser Dîaspora û Kurd, Ikram Oğuz Pêgihiştina Ziman û Raman û Zeynelabîdîn Han jî li ser mijara Ramanê Dewleta Netewî ya Kurd û Xemxwariya Kûrdistanîbûnê, gotarên xwe pêşkêş kirin.

“Bêyî dewletbûn, dagirkerî bi dawî nabe”

Serokê Partiya Îslamiya Kurdistanê Hikmet Serbilind jî di civîna ku mêvanên cûrbecûr ji gelek deverên cîhanê hatibûn de axaftinek pêşkêş kir û got ku rewşenbîr ew e ku berjewendiyên xaka xwe di ser berjewendiyên hertiştî re digire û ragihand ku bêyî dewletek serbixwe kurd li jêr dagirkeriyê derkevin.

Lêkolîner û Nivîskarê Kurd Edip Yüksel ji ku jî di civînê de li ser rewşa kurdan, derfetên siyasî yên heyî û pêwendiyên kurdan û Amerîkayê gotarek pêşkêş kir.

“Pîvana rewşenbiriyê ji bo kurdan…”

Nivîskarê Kurd Şêxmûs Sefer jî ku ji  Amedê beşdarî civîna rewşenbîrên kurd bûbû, li ser hizrên rewşenbîan yên kesane û helwesta wî ya azad axaftinek kir. Sefer got, “ew kesên jana komkûjîya Sûrê, fermana dawî ya Şengalê, berxwedana Kobanî û hovîtiya Cizîrê nebîne nabe Rewşenbîr. Pîvana rewşenbîriyê ji bo kurdan ev e.

Însiyatîf dibe komele

Rojnameger Agirî Soran ji BasNûçe’yê re ragihand ku di civînê de komîteyeke karkirin û peywendiyê hatiye hilbijartin û eşkere kir ku biryara ku însiyatîf xwe weke komeleyekê bi rêxistin bike hatiye girtin.

Herwiha Soran diyar kir ku Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd dê li Amed û Hewlêrê jî civînan lidar bixe û piştî van civînan wê konferanseke giştî were lidarxistin.

 BasNûçe

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News