ala kurdistan
Ey Reqîb

Ji bo bala hemî heval û Kurdistaniyên li Fransayê

Weke hûn jî dizanin, Komîteya Amadekirina Newrozê biryara pîrozbahiya newrozeke berfireh ji bo hemî Kurdistaniyên li Fransayê dabû. Armanca vê pîrozbahiye ew bû ku di cejna neteweyî ya Newrozê de, bê cudayiyeke siyasî û komelayetî yekîtî û hevahengiya hemî Kurdistaniyan bête nîşan dan.

Mixabin berî ku ev pîrozbayî pêk bê bi çar rojan, xwediyê salonê em agahdar kirin ku ew ji ber bûyerên li Belçîkayê û bi sedema ewlekariyê nikare salonê bide me. Lê dizanin û belbî we jî bihîstiye, ku xwediyê salonê ji bo salonê nede me ji aliyê hin kesan ve hatiye tehdîd kirin da ku rê li ber vê çalakiya pîroz bê girtin.

Em weke Komîteya Newrozê, ji ber pêknehatina vê pîrozbahiyê, bi çi sedemê dibe bila bibe gelekî xemgîn û dilgiran in. Lê tevî vê jî, em dixwazin we li vir piştrast bikin ku em ê di demeke nêzîk de, ji bo pîrozbahiyeke din hemî li bin ala Kurdistanê ya rengîn kom bibin û şîara yekîtî û azadiyê bilind bikin.

Bijî Newroz, Bijî yekîtiya hemî Kurdistaniyan, Bijî Kurdistan!

 

Komîteya Amadekirina Newrozê li Fransa

27/03/2016, Parîs

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News