ala kurdistan
Ey Reqîb

JI DUAYENÊN REWŞENBÎR Û SÎYASETMEDARÊN KURDİSTANÊ YAŞAR KAYA ÇÛ SER DİLOVANÎYA XWE!

SERSAXÎ

Sîyasetmedar, niviskar, rojnamevan û lêkolînerê hêja Yaşar Kaya, ji salên 1950yî heta îro anku niv sedsaleki zêdetirine di Tekoşina Rizgarîya Kurdistanê de jîyana xwe bihûrand. Yaşar Kaya; Ji salên 1950'an heta sala 2016an jîyana xwe da ji bo tekoşîna Kurdistanê! Di sala 1959an de di doza navûdeng ya dirokî “49'an de dad bû û ji jîrtîya xwe ve di nava heval û hogirên xwe de, bi navê “Qastro” dihatin nasîn! Di sala 1963an de damezranêr, berpirsîyar û parazvanê Kovara Deng bû û ji wê bonê dad bû. Di sala 1963an de di doza navûdeng ya dirokî 23yan de dad bû. Di sala 1991î de Partiya Demokrasîyê(DEP) de cih girt û bû serokê partiyê. Di sala 1992an de di damezrandina Enstîtuya Kurdi de cîh girt û bû endam. Di sala 1993an de rojname ya Özgür Gündemê weke xwedîyê wê damezrand û rêvebir. Bi sedan doz di derheqa wî de ve bû. Di wê demê de gelek rewşenbîr û rojnameger hatin kuştin, lê Yaşar Kaya bi dilsozi û serfirazî ev karê xwe bervîpêşbir. Gor wan tadayî û dozan Yaşar Kaya, mecbûr mabû ku derkevî devreyî Kurdistanê û Tirkîyayê, paş derketina xwe, di sala 1995an de PKDW(Parlamentoya Kurdistanê ya Derveyi Welat) damezrandin û ev bû serokê wê sazîyê. Yaşar Kaya li gel wan sazîyan gelek kar û alîkariya sazîyên Kurdistanê jî destek kir. Yaşar Kaya ji paş xwe ve bi 10an zêdetir berhemên fena pirtûk û bi sedan makale nivîsîne û hîştîne. Ev siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrekî Kurdistanî yê qedîm bû. Mam û Kekê me Yaşar Kaya Îro li Paytexta Herêmê ya Kurdistanê li Hewlêrê çû ser dilovanîya xwe! Bila serê heval, hogir û dilsozîyên wî, serê gelê Kurdistanê û serê malbata wî sax be!

Desteya Rêvebir Ya Weqfa Îsmail Beşîkcî

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News