ala kurdistan
Ey Reqîb

Hêvî - Fatma Ateş

 

Ez hingê bicûk bûm. Wê rojê dîsa behsa wê bû. Ji bîra min nediçû, dîsa bîranînên min rabûn ser piyan. Kînga navê Xezalê digotin, ew dihat bîra min..

Rojeka germ bû, dinê dikelîya û kela kela nîvro bû. Ji germa mirov nikarîbû ji malê derketa. Min serê xwe di taqê re derxist derva ka qet zarok ji derva hene yan na. Ger hebûna çavê min li lîskê bû. Lê kes tûnebû. Ji bilî Xezalê. Fire fire wê bû. Piyê wê û baskên wê nadigehiştin erdê. Neqilê wê di dest wê de ji avê dihat. Wê hingê jinên gûndê me ava ji bîrê dihanîn. Ji qulî jorîn. Te digot îro ji Xezalê re cejn e. Kêfxweşîya wê dabû rûyê wê. Ji xwe xweşik bû, ji heroj xweşiktir bûbû. Cirecira we bû. Kêfa Xezalê bala min kişand. Û min lîstik ji bîr kir. Bala xwe da Xezalê...

Bi lez û bez çû ket hewşa xwe. Satilên avê ji merdiwanê de birin jor. Danîn ser balkonê. Çend seetên wê mabûn. Îro zilamê wê ji xerîbîyê dihat. Ew çend sal bûn zilamê xwe neditibû. Çavên xerîbîyê kûr bibin. Sal ji omrê Xezalê biribûn. Dema ku zilamê wê çûbû xerîbîyê, zarokên xwe bicûk bûn. Anuha zarok bûbûn ciwan. Ew jî wek sêwîyan mezin bûbûn. Çavên wan jî wek Xezalê her tim li ser rê bûn. Çend sal in ew jî li benda bavê xwe bûn. Lê yê biçûk qet bavê wî nedihat bîra wî ka yekî çawa ye jî. Xezal revîya hundir, dem kêm dibû, çû kirasê xwe yî herî xweşik li xwe kir. Çend sal in ew kiras ji bo vê rojê dabû çêkirin. Kirasê xwe yî sor ser bejna xwe zirav de berda. Çîta serê xwe danî û porê xwe yî dirêj şe kir. Ket nav bîranînên xwe.

Roja ku mêrê wê hat ew xwast, dîsa rojeke hana germ bû. Wê digot ez vî kesî nakim, bila nehên, nedîtibû . Ji diya xwe re got. Diya wê ji tirsa qet ji bavê Xezal ê re negot ka bila ew kes neyê xwazgînîya keça wê. Dengê xwe nekir. Lê dema ku Xezalê çav li Xelîll kir, ava Ferêt sekinî. Xelîl berê jî zewicîbû, jina wî miribû û sê keçên wî hebûn. Ew jî şa bû ku diya wê ji bavê wê re negotiye ku bila ew kes neyê. Xelîl ne miroveki xweşik û bedew bû, lê Xezal ketibû bin bandora awirên wî. Xezalê dîsa jî Xelîl qebûl kir û pê re zewicî. Daweta wê ne bi navûdeng bû lê kêfa wê li şûnê bû. Xema wê ne dawet bû. Xelîl mirovekî bas bû. Hemû gûndîyan wisa qal dikir. Lê xwedê lê xerab anîbû, jina wî miribû, keçên wî bê dê mabûn.

Ew ji Xezalê re nebû pirsgirêk. Kecên Xelîl keçên wê bûn jî. Dema ku zarokên wê jî çêbûn, tu cûdabûn nedikir navbera wan. Lê rojekê Xelîl bi xebereka nebaş hate malê. Nizanîbû ji Xezalê re çawa bibêje. Riyên xerîbîyê jê rê xuya dikirin. Hevalekî wî ketibû serê wî, digot, em herin xerîbîyê, xwe jî zarokên xwe jî ji neçarîyê xilas bikin. Neçarî ji mirinê dijwartir e... Me jîyana xwe di neçarîyê de derbas kir, bila zarokên me bijîn. Ew gotin ketibûn mejîyê Xelîl. Lê yê çawa ji Xezalê re bêje û wê qani bike. Xezal qebûl nake. Bi kêfxwe şî hat mal. Got jinik were xebera min pir xweş heye ji te re. Û ramanên xwe û biryara xwe ji Xezalê re gotin. Çavên Xezalê ji cih derketin. Vir de çû, we de çû fêde nekir. Tu gotin nediçûn serê Xelîl. Di dawîyê de serê xwe kire ber xwe û çû dergû şa xwe lorand. Lê Xelîl Soz dabû wê, xerîbî tenê çend sal in, ji wê şûnde wê dîsa vegere mal di nav dewlemendîyê dê di nav zarokên xwe de jîyanek bextewar de yê bi Xezalê re bijîn. Xezal ê ji mêrê xwe bawer dikir. Û çend sal in xwe dabû benda wî. Heta niha li nav gund serê xwe jî ranedikir. Ji bo kes tu bebextîyan lê neke, bi tu zilaman re tistekî normal jî xeber nedida. Lê îro hemû xem û kederên wê bi dawi dibûn. Mêrê Xezalê ji xerîbîyê dihat. Dîsa vegerîya û çû ber neynikê, dîsa dîsa deh caran porê xwe şe kir û li xwe mêze kir. Ji berê ciwantir û xweşiktir bûbû. Birîyên xwe çêkirin, bijangên xwe hildan, bijangên wê digihaştin birîyên wê. Çavên wê wek zeytûnan reş, wek behîvan mezin bûn. Piçkek jî kil di çavên xwe da. Rûye xwe jî pir hindik boyax kir. Nedixwast zêde bike. Ji ber ku digot ger gûndi min bibînin yê henekê xwe bi min bikin. Xezal ê gelek bedew û xweşik bû, lê ji bo ku îro li xwe mêze kiribû ji heroj xwesiktir bûbû. Dem derbas dibû, çavên xezalê li rê man. Kincê zarokên xwe jî lê kirin. Li mal herkes amede bû, li benda Xelîl bûn. Gor î ku xeber hatibû, pêwist bû di çend deqayan de bihata. Dengê otobusê ji nav gûnd hat. Nigên Xezalê lerizîn. Ket nav heyecanekê. Dest û nigên wê li hev gerîyan. Kutekuta dilê wê bû. Otobus hat û li ber derî sekinî. Hemû zarokên xwe revîyan jêr. Xezal li jor ma ji kêfxwaşî ji bîr kiribû ka dakeve jêr. Li ser balkonê qerisî bû. Derîyê otobûsê vebû û Xelîl jê daket û çavên Xezalê biriqîn. Destê xwe da ser dilê xwe û şukreya xwe bi Xwedê kir. Lê ew çi bû... carekê re rûyê Xezalê yê kêfxwas çû rûyekî din hat şûnê. Xelîl daket, lê dîsa li ber derîye otobûsê li şopa xwe vegerîya destê jinekê girt û jin daxist jêr. Çavên Xezalê ji hev çûn. Hawara Xwedê ew çi bû? Ew kî ye bi Xelîl re hatiye? Dîyare ew bîyanî ye. Xerîb e, naşibe kesen vir. Jineka qelaw û pîr e. Kincên wê ne wek ên wan in. Porê xwe jî li derve ye. Çîtê jî nade serê xwe. Lê porê wê sipî ye. Karê vê jinê li cem Xelîl çiye? Ew ji ku hatiye û kûve diçe? Agirekî tel û tûj ket dilê Xezalê. Lê we tiştek fahm nekiribû. Kesî jê re behsa vê jinê nekiribû. Cihê xwe de ma. Lingê wê negirt ka dakeve jer. Xelîl û zarokan xwe li hev ba didan. Wî qet li Xezalê jş nenêrî. Zarokan walîzê wî rakirin û wî jî dest xwe kir destê pîrê û ji merdîwenê hilkişîyan jor. Dina Xezalê li serî xera bû. Qîrîrîneke mezin ji nav dilê Xezalê derket, lê kesî nebihîst. Ew xewn e, ew xewnereş e, ew çiy e. Pî û baskên Xezalê şikestibûn.

Xelîl got; 'Xezal were xerîb nesikine. Ez Helga bi te bidim nasîn.' Û dilopen çavên Xezalê hatin xwarê. Dema Xelîl bi destê wê jinê girtibû, dinya li ber çavên Xezalê reş û tarî bûbû. Lê Xelîl ew nedî. Ji wî ye ku ew hêsirên kêfxweşîyê ne. Bala xwe da rûye Xezalê û fahm kir ku Xezal bi hewîyê ne qayil e. Lê wî xem nekir got yê hîn bibe. Hawar hawara dilê Xezalê bû. Destên xwe da rûyên xwe û dest bi hinke hinka girî kir. Zarok jî şaş mabûn. Lê wan tiştek fehm nekir. Ne ji bavê xwe, ne jî ji diya xwe.

Hevî û bawerîya Xezalê û ramanên Xezalê tevlihev bûbû. Ew çênebû Xelîl! Ew çêne bû! Divya te wisa nekira. Xelîl ne xema wî bû. Tiştek jî ji jina xwe ya bîyanî re negot, lê jinê fahm kiribû. Ji wê re jî ne xem bû. Ji Xelîl pirsî, 'ew çima wisa dike?' Xelîl got, 'yê hîn bibe, tu xem neke. Ger hîn nebe jî ew zane.' Xezalê gotinen Xelîl fahm nekirin, lê zanîbû ka Xelîl ne Xelîlê berê ye. Ew çûye şûna wî Zilamekî bê rihm bê dil hatiye. Lê wê li xwe danenî.

Çû kirasê xwe danî. Porê xwe komî hev kir. Lê nikarîbû bêhevîbûnê ji rûyê xwe dîne. Rûyê xwe paqij kir. Kila çavên xwe jê bir. Kesereke giran kişand û ji bo ku zarokên wê nebînin, çû kadînê girîya. Lê biryarek dabû. Ka ew wisa nabe. Evîn ne ew e. Bawerî, bi hêvî bûn, zewac jîyan ne ew e. Çend salan xwe dabû bende Xelîl çend salan. Ne wisa hêsan e. Zorekên wê hebûn. Her tist bi xeteke rê jê naçe. Xwe komî hev kir û dest bi karê xwe malê kir. Lê hêstirên çavên wê nedisekinîn. Heta êvarê Xelîl qet bi rûye Xezalê va nenêrî. Û tistek ne jê pirsî ne jî jê re got. Agir bi dilê Xezalê ketibû. Lê mixabin kesî ew nedît û ne jî bihîst.

Çend rojan xwe da bende ka Xwedê lê were keremê. Ka ew tişt ne rast be. Mixabin, Xelîl ew jin dida cem xwe li nav gûnd û li zevîyan digerand. Hemû gûndîyan zanîbû ku hewî hatiye ser Xezalê. Lê kesî negot Xelîl te çima wisa kir. Bigotina jî fêde nadikir. Ka Xelîl ji xerîbîyê hatibû, hîn bi destê Xezalê negirtibû, ka bigirta jî Xezalê nedihişt. Ew ji vir pêda ji çavê Xezalê ketibû. Lê wê hîn xwe dida bende ka ew jin ji wir here. Halê Xezalê bibîne û ji ber kirina xwe şerm bike. Mixabin, hekeheka kenê Xelîl û Helga bû. Wan nizanîbû ka Xezal heye yan tuneye. Li ser tastê bûn. Dîsa bi zimanekî bîyanî dest bi ken û henekan kirin. Xezal aciz bû. Got 'bes e, ma ewê kînga here?' Çavên Xelîl ji cih derketin û pijiqî got, 'rabe, tu here. Ew êdî mala wê ye jî. Vê qebûl bike. Mêze bike û jê hîn bibe. Ma ew dibê bila Xezalê here?' Şerê Xelîl di nav gund de belav bû. Gund gişt bi şerê wan hesîya. Lê kes bi jana dilê Xezalê nehisîya. Heroj şer kirin, şerekî bê fêde. Xelîl ji gotina xwe danediket. Sozên ku dabûn Xezalê hemû ji bîr kiribûn. Xezalê yek bi yek gotinên wî anîn bîra wî. Mixabin, dile wî bûbû kevir, yek gotin jî dilê wî nerm nekir û evîna wî li ser Xezalê nehanî bîra wî. Xezalê çend rojan nan nexwar. Dîsa jî ne xema wî bû. Zarok li hember dihelîyan. Dîsa ne xema wî bû. Šev nîvê şevê bû. Bi dengekî bilind em hemû ji xew şyar bûn. dîsa dengê şerê wan dihat me. Pistepista Xelîl û pîrê bû nav cîhan de. Heke heka kenê wan bû. Xezal ji dengê wan nikarîbû raza. Ji nav cîhan bi hêrs rabû û çû bi pêsîrê Xelîl girt, got bes e ji destê te. Heşê xwe komî hev bike. Tu hale min nabînî? Xelîl bi çepilê Xezalê girt û avêt erdê. Bi ser de jî lê xist. Xezal bi hirs bû çû nivînên wan ji balkonê avîtin jêr. Û Xelîl çû ser Xezalê, lêxist û lêxist. Lê Xezalê dev ji qîrînê berneda. Ew çûn, cîhê xwe birin jor û dîsa raketin. Xezal jî heta sibê li ser merdewanê rûnişt û girîya.

Hîn nebûbû sibe, çû, kincên xwê komkirin, danîn cîhê wan. Zarokên xwe maçî kirin û daket jêr û li paş xwe mêze nekir, serê xwe rakir û çû gûndê xwe, mala bavê xwe. Çavên zarokan li şopa Xezalê man. Roj derbas bûn. Çavên min, çavên gûndîyan, çavên zarokên Xezalê li benda man ku Xezalê were. Lê nehat. Xelîl jî neçû Xezal nehanî. Çend gundî li ber gerîyan, gotin here bîne. Xelîl neçû. Dizanî bû ku heta ew jina Xerîb ji malê neçe, Xezal nayê nav Zarokên xwe. Gundîyên Xezalê li ber gerîyan, gotin ji bo zarokên xwe here. Lê Xezalê ranebû, nehat. Wê hîn bawer dikir ku Xelîl ê wê jinê berde û were Xezalê bibe. Mixabin, nebû. Min jî hîn bawer dikir ku Xelîl ê vê jina bîyanî bişîne û here Xezalê bîne. Nebû. Xelîl di navbera du mehan de bi pereyên pîrê çû keçeka ciwan ji xwe re xwast. Keçik sewî bû. Kesî jê nepirsî, qelenê wê sitandin û keçik dan Xelîl. Zenew hîn ji keça Xelîl biçûktir bû. Ne xema pîrê bû; Xelîl pere jê xwastin, wê jî dilê wî nehişt û komek pere dan Xelîl. Gundîyan şermezar kir. Zarokan li ber xwe dan. Lê Xelîl çû keçik anî û danî mal. Êşa Xezalê ji Xezalê û ji me re ma. Hêvî nema. Piştî ku keçik anîn mal, Xelîl û pîrê dîsa ketin rê, çûn xerîbîye. Piştî çûyina Xelîl kurekî Zenewê çêbû....

Ev çend sal in Xezal qet ji bîra min neçûye. Êşa Xezalê hîn di dilê min de maye. Dema ku min ew nivîs nivisand, disa ketim nav wê êşê. Û hêvî dikim ku Xezal baş be...

Fatma Ateş

(Ji bo rastkirina nivise ji Seydo Ahmed re spas dikim)

 

(feminkurd.net)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News