ala kurdistan
Ey Reqîb

Kurdên Asyaya Navîn piştevaniya rapirsiyê dikin

Di nav kurdên dîasporayê de jî kelecana raprisiya serxwebûnê destpêkir. Kurdên li dîasporayê dijîn derbarê serxwebûnê de kongre û konferansan li dar dixin, meş û rêwrasman bi rêve dibin. Kurdên Qirxizîstanê jî bi minasebeta piştevaniya referandûmê li hev kom bûn.

Mehmed Salih Bedirxan / BasNûçe

Di nav kurdên dîasporayê de jî kelecana raprisiya serxwebûnê destpêkir. Kurdên li dîasporayê dijîn derbarê serxwebûnê de kongre û konferansan li dar dixin, meş û rêwrasman bi rêve dibin. Kurdên Qirxizîstanê jî bi minasebeta piştevaniya referandûmê li hev kom bûn.  

Di 26’ê Tîrmehê de li bajarê Bîşkekê li Qirxîzistanê bi beşdarbûna 50 kesan li avahiya Sendîkaya Navendî ya Bişkekê kongreyek hate lidarxistin. Di civînê da kêşe û arîşeyên li welat hatin goftûgokirin; Serokê Yekîtiya Kurdên Qirxîzistanê Şêx Remezan Seîdov û Serokê Beşê Xaniya Zengezor li Asyaya Navînê Hejarê Şamil axivîn û li ser kêşeyên niştimanî rawestiyan. Di civînê de li ser Başûr û rewşa Herêmê bû û bi nakokiyên di navbera partiyên Başûr û rewşa siyasî de guftûgo hatin kirin.  

Rewşenbîrên kurd ê li Qirxizîstanê encamên vê kongreyê û xebatên derbarê mijarê de wê ji Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî re bişînin. Beşdaran hin zanyarî dan BasNûçe’yê û dan zanîn ku ew amade ne piştevaniya rapirsiyê bikin û ji bi serxwebûnê ew jî di nava xebatan de ne.  

Serokê Xaniya Zengezor li Asyaya Navîn Hejarê Şamîl: Serxwebûn me hemûyan eleqedar dike

Rojnamegerê kurd Hejarê Şamil ku beşdarî di kongreyê de kiribû ji BasNûçe’yê re axivî û di derbarê hewldana piştgiriya serxwebûnê ya kurdên Qefqasyayê de zanyarî dan. Hejarê Şamîl eşkere kir ku hewldana serxwebûna Başûr tesîrê li her çar parçeyên welat û kurdên dîasporayê dike û wiha got: “Serxwebûn wê bê îlankirin, lê dîsa jî çarenûsa kurdan yek e û ev hewldan her çar parçeyên welat, diyaspora û hemû kurdan eleqedar dike, ji ber ku îlankirina serxwebûnê ji bo hersê parçeyên din re dibe mînak.” Şamîl li ser tecrubeyên serxwebûna dewletên cudacuda sekinî û tecrubeya Amerîka û İsraîl weke mînak anî ziman û got serxwebûna İsraîlê di demekae kirt de ji aliyê gelek dewletan ve hate qebûlkirin. Ya herî girîng ew e ku gelê kurd îradeya xwe îlan bike û iradeya xwe derbibire. Ev mesele pir girîng e ev ne tenê meseleya partiyan, mesele ya hemû kurdan e û hemî gelê kurd ji bo serxwebûnê berpirsyar e û her kes her çi ji destan were amade ye alîkariyê bike.“  

(Serokê Xaniya Zengezor li Asyaya Navîn Hejarê Şamîl )

“Derengketina serxwbûnê zirarê dide milletê kurd”

Şamîl amaje li ser wê yekê jî kir ku eger niha li Sovyeta berê ji bo piştevaniya serxwebûnê referandûm çêbibe, wê xelk ji sedî 100 piştevaniya vê yekê bike. Ew bawer dikin ku li Başûrê Kurdistanê jî aniha raya giştî ji bo vê yekê ra amade ye û hemû kes piştgiriya serxwebûnê dike. Lê dibe ku hin kesên nerazî jî hebin ku ew destê wan di destê dijminê kurdan de ye, lê ev jî tiştekî asayî ye.“

Şamil jî gotinên Serokê Tevgera Goranê Newşîrvan Mistefa ku gotibû, “niha ne dema serxwebûnê ye” rexne kir û got, “ew siyaset xizmeta gelê kurd nake, xizmeta dijminan dike.“ Şamîl daxuyand ku niha teqrîben hemû kurd li ser meseleya serxwebûnê hevdeng in û ew jî encama civîna xwe wê bi awayekî nivîskî ji bo rayedarên Herêma Kurdistanê, Barzanî û parlemanteran re bişînin. Şamîl tekezî li ser wê yekê jî kir ku herçiqas meseleya serxwebûnê dereng bimîne, wê ji bo gelê kurd bibe zirar û ziyan.  

Şamîl eşkere kir ku ne tenê kurdên diyasporayê lêbelê kurdên parçeyên din jî divê di vê proseyê da rola xwe baş bilîzin û îlankirin û parastina serxwebûnê erka netewî ye û ev tişt rola hemû partiyên kurdan e. Li gor Şamil, eger birayek dixwaze xaniyekê ji xwe ra çêbike divê birayên din jî alîkariya wî bikin û paşê jî yên din li hev vedigerin û her yek ji wan dibe xwediyê malekê, partiyên kurd jî divê bi vî rengî xwe nêzîkî hev bikin, ev firseteka tarîxî ye û ev derfet careke din nakeve destê kurdan. Li gor Şamil dibe ku di sala 2003’ê da îlankirina serxwebûnê nerast bû ji ber ku hin deverên kurdnişîn li ser Kurdistanê nebûn, lê niha ew dever jî ketine bin destê kurdan û dema îlankirina serxwebûnê ye û leşkerên kurdan li ku derê bisekin ew der dibe sinorê Kurdistanê. Şamîl dibêje, ew bawer in ku wê heta dawiya îsal serxwebûn bê îlankirin û li gor tecrubeyên cihanê bê biryara parlemantoyê û lidarxistina refrandûmê, serxwebûn dikare bê ragehandin û ew weke kurdên diyasporayê bi her awayî piştgiriya vê yekê dikin.  

Serokê Yekîtiya Kurdên Qirxîzistanê Şêx Remezan Seîdov: Em piştgiriya Barzanî û serxwebûnê dikin

Serokê Yekîtiya Kurdên Qirxîzistanê Şêx Remezan Seîdov jî di derbarê civînê de agahî dan BasNûçe’yê û hewldana rewşenbîrên Qirxizîstanê, kurdên Qefqasyayê ya ji bo serxwebûnê şîrove kir. Seîdov bal kişand ser rola Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî û wiha got: “Qasî ku em dişopînin Hikûmeta Kurdistanê bi taybetî jî Serok Barzanî hem di nav civaka herçar parçeyan Kurdistanê û diyasporayê de û hem jî di nav civaka navnetewî de otorîteyeke mezin e û qedr û qîmeta wî bilind e ew jî şanseke pir mezin e û dewletên mezin yên dinyayê rêza wî digirin û piştgiriya wî dikin.”  

(Serokê Yekîtiya Kurdên Qirxîzistanê Şêx Remezan Seîdov)

Seîdov nakokiyên siyasî yên di navbera partiyên siyasî jî bi bîr xist û tekez kir ku hin dewlet hewldidin destwerdana siyasî li Kurdistanê bikin. Seîdov herwiha eşkere kir ku dive Barzanî bêyî referandûmê serxwebûnê îlan bike û ew weke kurdên dîsaporayê alîgirên serxwebûnê ne. Seîdov axaftina xwe wiha domand: “Ew gengeşiyên ku di nava partiyên kurdan da hene çêkirî ne û niha YNK û Goran dibêjin ku em piştgiriya serxwebûnê dikin. Lê niha ne dema vê yekê ye, em wisa dibînin ku tiliya dewletên din di nava vê mijarê da heye û em kurdên diyasporayê vê yekê rast nabînin. Em hîsab dikin ku bêyî biryara parlemantoyê jî Serok Barzanî dikare biryara serxwebûnê bide û hemû gelê kurd jî piştgiriya vê yekê dike û dewletên cihanê jî aşkere an jî veşartî wê alîkariya vê yekê bikin û gav bi gav ji hêla navnetewî ve serxwebûna Kurdistanê bê naskirin. Û serokên wan hertim di çapemeniyê da piştgiriyê vê yekê kirine. Em dixwazin û pêşniyaz dikin ku Serok Barzanî bêyî refrandûmê biryara serxwebûnê bide û em hemû kurdên diyasporayê jî piştgiriya vê yekê dikin.”  

Seîdov got di civînê va biryar hate dayîn ku ji Serokê RHK’ê Barzanî ra name bên şandin û encama civînê ji wan ra bişînin û daxwaza îlankirina bilez ya serxwebûnê ji rayedaran tê kirin.    

Seîdov di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser wê yekê jî kir ku heta niha wan li Sovyeta berê gelekî kar kirine û wan Ala Kurdistanê li Qirxizîstanê bilind kiriye û Ala Kurdistanê ji aliyê dewleta Qirxizîstanê hatiye qebûlkirin.

 (M.K)  

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News