ala kurdistan
Ey Reqîb

Hezar car belê - Siya Dersîm

Bİ HEZAR CARAN BELÊ
25- 09- 2017-ê rojekê gelek giring û dîrokî bû. Wek mirovek Kurd,  ev roje ji bo min tijî hest bû. Pirsek ji gelê me yên Başurî hate kirin û gotin;  ka hun çi dibêjin di derbareyî Serxwebûna başurê Kurdistanê de? 
Bi rastî pirsek pir bi raman bû ji bo Kurdan. 
Piştî dabeşkirina Kurdistanê bi sînorên çêkirî, yekem car bû pirsek hinde dirust dihate kirin. 
Piştî êş û azara sed salan yekem car bû, hizra gele Kurd giringiyek wergirt. Her çend pirseke dereng mayî be jî, pirsek giring bû!  
Di encama vê pirsê de, xelkê, bê dudilî got, belê. Ji bo min cîhê şanaziyê bû, ez bûme şahidê wê rojê. Ya ku min dîtî, ev giştpirsî di bin seywaneke demokratik de çê bû. Wekî şîroveyê hindekan,  min çi fişar li ser kesek yan jî layanek nedît. Xelkê Kurdistanê bi kêfxweşiyekê çûne ser sandoqan û dengên xwe bi kar anîn. Wê yekê pir baş eşkere kir, hemû kes, layan û komên sîyasi gişt nakokî û berjewendiyên xwe dane aliyekî, hemûyan bi yek dengî hevsoziya xwe ya netewî ragehandine dost û dijminan. 
Bi raya min mesaj gêhîştiye wan cîhên peywendîdar. Dengê belê ji zêdetirî % 90 nîşan dide ku hemû Kurdên başûrî hez dikin di Kurdistaneke serbixwe de bijîn. Kurdan helwesta xwe nîşan da. Her wisa dijminên kurdan jî helwestên xwe dîyar kirin û hemû li dijî Kurdan bûne yek. Ji ber ku ew jî baş dizanin heger Kurd çarenusa xwe bi xwe diyar bikin, hingê eve dibe egera nemana wan. Ew Tirkiya ku sîyaseta wê di nav xwe de her dem aloze, dema babet dibe Kurd û Kurdistan, hingê hemû nakokiyên xwe pişt guh dike û hemû dibine yek. Her wisa leşkerên qehreman yê İraqa "şîa" û Tirkê "sune" vê gavê li ser sînorê Kurdistanê pêk ve tatbiqatên leşkerî çê dikin. Turkiya di nav vê teşqelê de xwe digehîne Îran û Rusyayê jî. Bi rastî jî heyfa tirkane, karê wan gelek zehmete. 
Ji aliyekî din ve, hindek hêz jî beramberî vê pevajoyê bi rengekî dostane helwestê xwe nîşan didin. Yek ji wan Serokwezîre Kanadayî Justîn Tradeu’ye. Hêşta encam bi rengekî fermî diyar nebûye ewî ragehand û got "Ez rêz li encama referandumê digrim" Bi rasti ev daxuyani cîhê şik û gumanêye. Gelo Justîn Tradeu ji ber çi mebestê daxuyaniyek wisa da? Her çi berjewendîyekî wî tê de hebe jî camêrî helwestekî polîtîk nîşan dide. Wekî mînak İsraîl jî berî referandumê piştevaniya xwe bi awayekê fermî diyar kir. Berûvajî hindek hêzên nawnetewî jî dixwestin referandum bihête betalkirin yan jî bihete paşxistin. Bê guman çi hêz û layen di sîyesete da ne xuşk û birayê hevin. Jixwe di sîyaseta rêl de, gotinên bi vî rengî, wek “biratiya gelan, yan jî xuşkatiya gelan” cîhê pêkenînêye.  Helbet bi giştî sîyeset mijara peywendiya berjewendiyane. Ji ber vê yekê jî dê hemî layen helwestên xwe li gorî berjewendiyên xwe dizayn bikin. Hingê tişteke normale Kanadaya ku bi hezaran km dûrî me ye, tenezûl bike çend gotinan bibêje di derbareyî vê meseleyê de. Ya ku ne normal û  balkêşe, ev Kurdên ku 24 demjimeran di ragehandina xwe da behsa dêmokrasîyê û mafên Kurdan dikin, xwe kerr kirine û tenezul nakin -hema derew be jî- bibêjin “em rêz li vê encamê digrin. Eve çi psikolojiye wisa, nahêle ku mirov bi serkeftina netewa xwe kêfxweş bibe! Ev çi zikreşî û çavnebariye ku nahêle ewên ku li gel Tirk, Ereb û Acemî dostaniyê dikin û dibêjin em birane, lê nikarin li gel netewa xwe bibin dost û bêjin em yekin. Bi rastî mirov matmayîye beramber vê helwestê û nizane çawa şîrove bike. Ez wekî bakuriyek, pêş wan ve min ji xwe şerm kir. Li ser halan de wan tiştên bê serûber, wek rexne û şîroveyên  sîyasi belav dikin û lê dema ew tûşî rexneyek biçûk jî dibin, birsivek tijî gef û bêrêzî didin... 
Gelo hun bêjin “Em pîrozbahîya serkeftina gelê başur dikin” ma qey zimanê we dê biwerime? Her wesa min çend gotarên bi vî rengî xwend. Ez baştir têgehiştim, şêre desthilatê derdekî bê dermane. Bo numune, di gotarekê de, kabra behsa armanca referandumê dike û dibêje “Eşkere bu PDK ev referanduma çêkiriye ji bo dengê xwe zêde bike û her wisa berjewendîyên xwe yên sîyasî û aborî geştir dike. Pê da diçe û dibêje parlamenê Kurdistanê kar nake û eve jî antî demokratîke”.  Sal 2017, 26-ê İlonê ye; % 95 ê Kurdên Başûrî ji bo serxwebûna Kurdistanê gotine “BELÊ”. Di atmosferekî wisa de, heçku tu bêjî, birêzî bi vê daxuyaniya xwe çirayek hêl kiriye û tarîya xelkê ron kiriye. Belê bi vê peyamê gelê Bakur û Rojava jî êdî dizanin referandûm ne ji bo diyarkirina hîzr û helwesta gelê Başure, ji bo berjewendiya hindek layenane û eve jî gelekî metirsîdare ji bo Kurdan!! Mixabin wek hemû caran dîsan bê westan wan demogojiyên xwe dubare dikin. Lê em baş dizanin ewên ku hinde behsa dêmokrasiyê dikin û ev têgeh ji xwe re kirine mertalek, bihêle giringî bidine daxwazên xelkî, hindî serê derzîyê jî çi giringiyê nadine şervanên xwe û heta niha çi pevajojên biryardanê de raya wan newergirtine. Çawa dilê wan biwxaze wisa jî kirine. Niha cihê pirsê ye, sala 1999-ê gava stratejiya Kurdistana Yekbuyi û Serbixwe dana rexekî, gelo ji kê pirs kirin û ev biryara nazik û giring wergirtin? Gelo nekarîn ji kesekî bipirsin, ji ber ku şer û pevçûn hebûn ma ne? Di demên wesa aloz û qeyran de tiştek normale mirov bi tena xwe biryaran bide ma ne? Di demên wesa de heger mirov dêmokrasiyê ji bîr bike, tiştek asane ma ne?
Em zêde dûr neçin. Berî demek nêzîk pêvajoyek kavilkirina bajêr û malên xelkê ya bi navê “xendekan” hate rêkxistin. Ez bi rastî bêyî ku di wir de û vir de bikim, pirsek li dûv daxuyaniya birêzi dikim, gelo we biryara vê yekê çawa da? Kîjan beşê Kurdistanê ev îrade da destê we da hun wan deran bikin gora zarokên wan. We kengî û li kê derê ji xelkê pirs kir û got emê tiştek wesa bikin û xelkê jî got belê kerem bikin.  
Her wekî din, niha li Rojavayê Kurdistanê jî şerek heye. Li her derê rewş aloze. Hemû hêzan helwestên xwe nîşan dan. Pirraniya wan jî alîkarîyê didine kurdan. Mînak, Emerîka çekan dide Rojava, li gel vê bi firok û îstixbarata xwe berevaniya Rojava dike. Gelek tiştên din jî hene, pêwist nake em dirêjtir bikin. Lê ev rewşe li gel têorîya wan ya antî kapîtalist nakoke û xaleka lawaze ji bo bi kar anînê. Lê çi layenek hevrik, vê rewşê ji bo xwe nekiriye derfetek û wek keresteyek siyasî bi kar neaniye. Gelo wan ji ber kêmaqiliya xwe hest bi vê yekê nekirine yan jî ji ber ku hestên netewî tiştek wesa nekirine!? Bersiva vê pirsê li gel wijdana me ye.
SERENCAM;
Ya ku ez dizanim divê mirovê dêmokrat rêz li biryar û jiyana yên beramberî xwe bigre. Her çend mafê wî/ê yê rexnegirtinê hebe jî, lê divê çavdêriya hindek tiştên serekî û hevbeş bikin. Wek berjewendiyên netewa bindest. Heger em nikarin bibin alîkar û piştgir jî, divê em nebine rêgir û asteng jî. Kultura dêmokrasiyê wesa fermanê dide me. Hêvîya me eve ku "rûsipiyên" me tovê yekîtî û wekhevîyê li ser axa azad bireşînin, ne ku dijminkarî û nehezî. 
 
Siya Dersîm
 
Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News