ala kurdistan
Ey Reqîb

Xwendevanên ereb ala Kurdistanê daxistin

Li zanîngeha Heyat a taybet li Hewlêr, çend xwendevanên ereb ala Kurdistanê yak u li tenişt ala Iraqê anîn xwarê û ala Iraqê bilind hiştin.
 

Li Herêma Kurdistanê li ser avahiyên fermî ala Kurdistanê û ala Iraqê bi hev re tê bilindkirin.
 

Îro serê sibehê, li zanîngeha Heyat çend xwendevanên ereb ala Kurdistanê anîne xwar û ala Iraqê bilind hiştine.
 

Xwendevanên kurd jî piştî ku îro çûn zanîngehê û ew dîmen dîtin wek pertekê, ala Iraqê daxistin û tenê ala Kurdistanê bilind kirin.
 

Xwendevanên kurd ji Rûdawê re axivîn û gotin: “Piştî ku me ala Iraqê daxist, hinek mamosteyên ereb gef li me xwarin.”
 

Derbarê wê bûyerê, Serokê Zanîngehê ji Rûdawê re ragihand: “Kamîreyên çavdêriyê li cem me nînin da ku em nas bikin çawa ala Kurdistanê hat daxistin.”
 

Zanîngeha Heyat taybet e û hejmara xwendevanên wê 3600 xwendevan in, ku piraniya wan kurd in û hinek erebên Iraqê jî tê de dixwînin. (rudaw)



 

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News