ala kurdistan
Ey Reqîb

Faşîzma reş û bûyerên Sînopê

 

   Medeni Ferxo
 
Tecrîd rengekî faşîzmê ye. Êrîşa li Sînopê jî kiryarek vekirî ya faşîzmê ye.
Hîtler SS ên gomlekreş, Mussolînî jî vîragos ên bi şifqe, yan jî “Combattimento “Ên gomlekreş”  diberdane nav serûguhên muxalifan.
Erdogan û Fetul Munkîr jî, çeteyên xwe berdidine nava serûguhên muxalîfan. Dema ku êrîşên faşîzan daketin kolanan, êdî “faşîzma reş” dest pê dike. Ev navê kiryarên SS ên Hîtler û vîragos/combattimento ên Mussolînî ne. Vîragos ên Musollînî, li kolanan çavên komunîstan derdixistin. Kontrayên Erdogan jî, heman tiştî, li dijî cengawerên kurd dikin. 
Îro, li Tirkiyeyê muxalefet tenê BDP û Kongreya Gelên Demokratîk (HDK) mane. Koalîsyona Erdogan û Fetul Mûnkîr, CHP û MHP berteref kirine. 
Erdoganê ku behsa pêvajoya aştiyê dike, di honandina civakî, siyasî û exlaqî de taxrîbatên mezin kirine û dike. Erdogan, ji bo misogerkirina desthilatdariya xwe, qirkirina gelê kurd kiriye bingeha siyaseta xwe. Ji bo vê jî, her riyê û her kiryarê meşrû dibîne.  Ji bo siyasetek wiha, kiryarên faşîzan riya herî baş û hêsan e. Ji ber ku sed sal in, çavkaniyên çete û kontra têne xwedîkirin. 30 sal in ku ev çavkanî, bi xwînê dimijin. Parlamenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu, di êrîşa Sînopê de navê generalekî xedar dide. Sureyya Onder, Sabahat Tuncel û levent Tuzel bi zimanekî hevbeş gotin êrîş organîzekirî ye. Walî, midurê polîsan û serokên AKP’ê bi hev re kar dikin. 
Erdogan di her axaftina xwe de, girêdana weseleyên skeleta bedena dewleta Tirkiyeyê, di gotina, “Çareseriyê”, “Birayên min-î kurd” de dibîne. Li Qoserê jî, gotineke din, li gotinên xwe zêde kir û got, “Em hez ji her kesî dikin û her kesî hembêz dikin”. Ev gotin, li hemberî xulam û bendeyên wekî murîdan tên gotin.  Erdogan jî, dixwaze ku gelê kurd, bike xulam û bende. 
Erodgan, her dem çeteyên faşîzan parastine. Mîna Musollînî û axaftina bi navê “Le dicours” de,  Erdogan jî,  axaftinên xwe li ser  piştgirî û êrîşkeriya faşîstan amade dike. Serfermandarê demê Org. Yaşar Buyukanit jî, ji bo çeteyên li Şirnexê li ser sûc hatin girtin, got “Zarokên baş” in. 
Vêca, ha general Buyukanit, ha general Erdogan!...  Yek bi erka leşkerî, yek jî bi erka siyasî!... Erka siyasî, rola îdeolojîk û siyasî li ser milê walî, midurê polîs û serokên partiya xwe dike; erka leşkerî jî rola îdeolojîk û siyasî li ser milê, çawuş û onbaşiyên taybet dike.
Ez gotina dawî bêjim: Erdogan di pêvajoya aştiyê de, “KAMPANYA ŞERÊ MEZIN Û BÊHEVSAR”, daye destpêkirin. Erdogan li Midyadê, li Mêrdîn û Qoserê diaxivî, lê dûvê wî, li Sînopê êrîşî pêşengên demokrasiyê dikirin.
Îcar; Musollînî di axaftina xwe ya  “Le dicours” de, banga dilsoziya ligel welat, aştî û yekitiyê dikir. Erdogan jî, ji bilî van bangan tiştekî din dike gelo? Ji bilî îdeolojya tirkîtiyê, ku li ser faşîzma yek-yekan hatiye rûnandin tiştekî din dike gelo? Faşîzma CHP’ê, spî bû û li ser 6 tîran hatibû rûnandin. Faşîzma AKP’ê kesk e û li ser “YEK”ê, one munît, yek ziman, yek al, yek netew hatiye rûnandin. Cudatî rengê spî û kesk e. 
Çawa Mussolînî, ji jinan artêşêke bi êş û jan çêkir; Erdogan û Fetul Munkîr artêşa çeteyên tijî êş û azar, bi nexweşiya şîzofrenîk ava kirin. Ev nexweşî, ji serê dewletê heta bi dûvê dewletê, movik bi movik, wesele bi wesele bela bûye. 
Di pergalên otorîter de tenê serok diaxivin. Erdogan jî tiştekî cuda nake. Serokên otorîter axaftina zadeganên li dora xwe qedexe dikin. Erdogan jî bilî vê tiştekî din nake. Kesên li ser alifên despotan rûdinin, tenê pesindariya wan despotan dikin. Kesên li ser alifên Erdogan rûniştine jî, ji bilî vê tiştekî din nakin. Ev rewşa wêranzarî, hazeke mazoşîst didiyê. 
Desthilatdarên berî Erdogan, Dêlegura Çîller, Ecewît jî û hwd. jî bi heman rengî çete û hêzên paramilîter, Hizbil-kontra, JÎTEM, tîmên xençer û hwd. ava kirin. Lê, derket holê ku teva şatoyên ji kaxezên îskembîlan e. 30 sal in ku her desthilatdarî şatoyên ji kaxezên îskambîlan çêdikin. Piştre, ev şato bi ser serê wan de hêrivîn.
Mîna her êrîşa li dijî kurdan, li dijî eniya demokrat, di êrîşa Sînopê de jî Erdogan bêdeng e. Parlamentera BDP’ê Sebahat Tuncel, ji bo ciwanên êrîşkar, got: “Ew zarok bêguneh in.” Rast e, ew zarok hatin xapandin. Ji ber ku pêşengê zarokan polîsên sivîl in, walî û midur in. 
Erîşa Sînopê, formulasyona faşîzma kolanan e û navê wê jî FAŞÎZMA REŞ e. 
Faşîzma Erdogan li kolanan e û dixwaze serketina çeteyan, ji Derya Reş dirêjî Serêkaniya Binxetê bike. Lê tu desthilatdaran ji faşîzmê encam negirtine. Erdogan jî sûdê nagire û mîna yên berî xwe, wê di bin şatoya kaxezên îskambîlan de bimîne.
 
(awelat.com)
Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News