ala kurdistan
Ey Reqîb

RSF : Divê kujerên Bagdu bên dîtin

Rêxistina Rojnamegerên Navneteweyî yên Sînor Nenas (RSF) qetilkirina xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Kadri Bagdu şermezar kir û xwest ku kujerên rojnameger Bagdu bê dîtin.

Rêxistina Rojnamegerên Navneteweyî yên Sînor Nenas (RSF) ji bo xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Kadrî Bagdu dema li semta Şakîrpaşa rojname belav dikir û rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand. RSF'ê daxuyand ku divê demildest kujerên rojnameger Bagdu bên dîtin û bên cezakirin. RSF'ê diyar kir ku bi hedefgirtina Bagdu demên tarî yên Tirkiyeyê tîne bîra mirovan. 

RSF'ê destnîşan kir ku ev cînayet di nava hefeteya ku herî zêde pevçûn lê zêdebûne de pêk hatiye û di daxuyaniyê de cih da peyama sersaxiyê ya nûnerê Buroya Asyaya Navîn û rojavayê Ewropayê Johann Bîhr a ji bo Bagdu nivîsandibû. Bîhr ji xizmên wî û hemû pîşeyên wî re sersaxî xwest û daxwaz kir ku ji bo di demek kurt de kujer bên dîtin hewceyî bi lêprisîneke bêalî û bi lez heye.

RSF'ê bi bîr xist ku di salên 90'î de 20 rojnameger hatin qetilkirin û wiha hat gotin: "Ev hemû cînayet bê ceza man. Di adara 2013'an de bi destpêkirina muzakereyan re ji sala 1984'an vir ve zêdetirî 40 hezar kes mirine û bi milyonan kes ji cih û warên xwe hatine derxistin. Ev muzakere hêviya bi dawîbûna vî şerî derxistiye holê." (DÎHA)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News