ala kurdistan
Ey Reqîb

Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê

Yek ji wan peyvikên ko ne di ciyê xwe de tên bi kar anîn peyva “awir”ê ye. Ev peyva hanê di helbestên klasîk yên kurdî de gelik caran dikevit pêşberî me û cihekî girîng yê wê heye. Lewra ev peyv alava di navbera aşiqan de ye. Car heye ev peyv bibe sedem ko hezjêkirina evîndar û xoşewîstên wan zêde bibe, car heye bibe sedema geşbûna agirê evîna van, car jî heye ko bibe sedema jiheveqetana wan.

Lê belê demên dawî ji aliyê hin kesên kurdî-nezan ve xasma di çapemeniyê de ev peyvik bi awayekî şaş tê bikaranîn. Ka serê pêşî em binêrin ka “awir” çi ye û pêwist e di kîjan rewşê de were bikaranîn, paşê em ê werin ser cihê ko şaş hatiye gotin.

Peyva “awir”ê ji bo cûreke nêrînê tê gotin. Lêbelê kîjan nêrîn? Di kurdiya me ya ko pir dewlemende de gelik peyv û biwêjên cûda yên ko nêrînê îfade dikin hene. Hinek ji wan ev in:

Fekirîn, nêrîn/nihêrîn, mêzekirin, temaşe, dîq, zîq, wir. awir… Ji bilî van jî biwêjên mîna “têxistina çavî a çavî de”, “rreş lê nihêrîn” hwd.

Her yek ji van peyvan wateyeke wan ya cuda heye û cihên ko tên bikar anîn cihê ye.

1. Fekirîn, nêrîn û mêzekirin. Wateya van hersê peyvan hema bêje yek e.

2. “Temaşe” Ji bo nêrîna demdirêj ya bo armancekê yan jî bo zewqekê tê gotin. Mînak: “Min li televîzyonê temaşe kir.” “Ez gelik hez dikim ko li fîlman temaşe bikim.”

3. “Dîq.” Wateya wê nêrîneke gelik hindik e. Wek mînak: “Ka here dîqekê lê bike ka pitik şiyar bûye ya na?”

4. “Zîq.” Zîq jî mîna “temaşe”yê ji bo nêrîna demdirêj ya ji bo armanekê tê gotin. Bes cudayîya di navbera wan de ewe ko “temaşe” tenê bo zewqê ye, lê “zîq” ji bo ko hin taybetmendî werin bidestxistin yan jî ji bo ko hin xirabî werin kirin tê gotin. Wek mînak: “Wî zilamî hema welê zîq li min nihêrî, ez nizanim ka ji ber çi bû?”

5. “Wir.” Bi giştî ji bo nêrîneke xirab tê bikar anîn. “Wî mêrikî welê ‘wir’ li min nihêrî, bi rastî ji ber wê çendê ez jê tirsiyam.” Di nêrîna “wir”ê de tevgera çavî jî dikeve dewreyê. “Wir”nêr (ango yê bi awayê ‘wir’ dinêre) hetanî jê tê çavê xwe vedike, mezin dike û herweha di wê cûrenêrînê de reşika çavî ber bi jor ve hildikêşe. Wek mînak “Çavê xwe li min wir kir.”

6. “Têxistina çavî a çavî de” û “reş lê nihêrîn” wateya van herdu biwajan hema bêje yek e. Wek mînak: “Çavê xwe kir çavê min de.” “Welê rreş li min nêrrî.”

7. “Awir”. Nêrina “awir”ê ko mijara vê nivîsa me ye, ji van hemû cûre-nêrînan cuda ye. Awir nêrîna bi dûvikê çavî ye. (*) Awir carînan bo neyartiyê û bo ecz û hesûdiyê tê bikaranîn: “Awirên welê dida min, diyar dibû ko ew neyarê min e.” Carînan jî “awir” di pêwendiya nevbera aşiq û maşûqî de tê bikaranîn. Evîndar her dem ji “awir”ên xoşewîstên xwe gilîkar in. Di wêjeya klasîk ya kurdî de em gelik rastî vê peyvê tên. Carînan ev “awir” dibin sedema dînbûna evîndarî. Wek mînak:

“Awir”ên eswed’uyûnan ‘aqilan sewda dikin
Gezmeya ‘aşiq vi dil keftî ji çehvên şehle bû
“Awir”ên çavreşan xwedîaqilan dîn dikin.
(Mewlana Cizîrî)

Aşiq carînan awirên dilbera xwe ji xwe re weke “berq”ê bi nav dike:

Wan di reqsê da ko dîm (awir) peyapey dane min
Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya ‘işqê revam
(Mewlana Cizîrî)

Evîndar carînan jî “awir”ên dilbera xwe wek sedema tirsê dibîne û wana dişibîne nêrîna pilingê:

Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
”Awirên” heybetpilingê
Dil ji min bir dil ji min
(Mewlana Cizîrî)

Car dibe ko ji teref evîndarî ve awir weke sedema rakirina qetlê û rijandina xwînê were angaşkirin:

Gezmeyên wan sad û nûnan
Awirên eswed’uyûnan
Radikin ew qetl û xwînan
Min diye û dil şehde ye
(Mewlana Cizîrî)

Evîndar herçiqas ji “awir”ên dilbera xwe gilîkar be û wana sedema kuştin û xwînrijandinê qebûl bike jî lê dîsa ji wan “awir”an têr nabe û her dem dixwaze ew “awir” berdewam bin. Lewra dizane ko dilbera wî van awiran ne ko ji bo dijminayiyê bikar tîne, armanca wê ew e ko nazan li evîndarê xwe bike.

Ji van mînakan aşkere dibe ko “awir” ne nêrîneke ji rêzê ye, armanceke wê ya cuda heye.

Îca em werin ser şaşbikaranîna wê:

— Piştî gerîlayên HPG-ê, parlementerê CHP-ê Huseyîn Aygun kire bin çavan, hemû awir zivirîn ser KCK-ê.

— Niha jî awir zivirîn ser MHP-ê û BDP-ê.

Wek tê zanîn hevoka dawî ya ko peyvika “awir”ê tê de ye peyv bi peyv wergera gotina tirkî ya “Şimdi gözler MHP ve BDP’ye yöneldi”yê ye. Bes tu eleqeya peyva “awir”ê ya li vir tune ye. Lewra tu kes “awir”ê ko nîşaneya eczê, neyartiyê yan jî nazê ye nazivîrîne ser MHP û BDP-ê. Bes çavê xelkê dimîne li wan. Nexwe mirov dikare wê hevokê bi vî hawî sererast bike, daku “awir” ji şaşbikaranînê were rizgar kirin:

“Çavê xelkê li MHP û BDP-ê ye” yan jî “Çavê xelkê ma li MHP û BDP-ê”

ABDULKADIR BÎNGOL

[email protected]

(*) Mela Ehmed Zivingî-El ‘Eqdûl Cewherî Fî Şerhî Dîwanî-ş Şeyxî-l Cizîrî, cilt: 1/427.

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News