ala kurdistan
Ey Reqîb

Esed Ji Bo Ku Piştgirî Ji Kurdan Bigre, Planan Çê Dike!

Hat hînbûn ku Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esed, ji bo ku piştgiriya kurdan bigre planan çêdike û ji bovê jî dixwaze bi siyesetmedarên kurd re hevdîtinekê pêk bîne.

Li Suriyeyê pevçûn didomin. Ji bo ku kurd piştgiriyê bidin Esed,  Esed amedehiya planan dike û hat ragihandin ku ji bovê jî, li rêya hevditîna siyesetmedarên kurd digere.

Parlementerê Kurd Omer Ose got: Esed dixwaze bi parlementerên Kurd re hevditînê bike. Gotina Ose, li çapemeniya Kurdan cih girt.

Lê belê siyasetmedarên Kurd gotin Esed dixwaze bi me re hevdîtinê pêk bîne lê tiştekê wisa ne mimkûn e ku em bi Esed re hevdu bibînin.

Endamê Konseya Bilind ê Kurd Ahmet Suleyman jî derbarê vê mijarê de got : “ Wekî fermî tişteke wisa negihişte me, ev îdîa ji aliyê Ose hat avêtin holê.”

Suleyman wiha dewam kir: Em ne dikarin bêjin ku ev derew ê û ne jî em dikarin bêjin ew dawetekê fermî ye. Esed bi vî awayî dibe ku nebzên Kurdan qontrol kiribe lê ez bawer nakim ku Esed heqên Kurdan bide.

(xeberenkurdi)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News