ala kurdistan
Ey Reqîb

MHP: Bila wezîrê navxwe bêje ka Kurdistanê kuder e?

Partiya Tevgera Nijadperest a Tirkiyê (MHP) ji ber pejirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-T) ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve bi tundî nerazîbûn nîşan da. Parlamenterê BDPê Sirri Sakik jî, henekê xwe bi vê yekê kir. 
 

Beriya niha wezareta navxwe ya Tirkiyê bi fermî destûra karkirinê da Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê ku ev cara ewil e li Tirkiyê partiyek bi navê Kurdistanê bi fermî tê avakirin. 
 

Lê ev yek rastî nerazîbûna MHPê hat, ji ber wê jî parlamenterê bajarê Kocaelî yê MHPê Lutfu Turkkan, bi nivîskî ji wezîrê navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala xwest, ka ew Kurdistana ku PDK-T li ser navê wê hatiye avakirin, kuder e?
 

Turkkan her wiha ji Efkan Ala xwest ku bersiva vê jî bide: Gelo pejirandina navê partiyekê ku hira Kurdistana serbixwe daye pêşiya, nayê wateya qebûlkirina serxwebûna kurdên Tirkiyê? Her wiha çima beriya niha rê nehat dayîn ku Tevgera Ciwanên Kurdistanê û Komeleya Karsazên Kurdistanê bên avakirin lê rê tê dayîn ku PDK-T bê avakirin?
 

Lê beriya ku wezîrê navxwe bersiva wî parlamenterê MHPê bide, parlamenterê BDPê Sirri Sakik, di rûpela xwe ya twîtterê de tirranê xwe bi Turkkan kir û got, eger hinek agahiyên Turkkan li ser coxrafiyayê hebe her wiha hinek zaniyariyên wî li ser dîrokê hebe divê bizanibe ji kuderê re dibêjin Kurdistan. 3 perçeyên Kurdistanê li Iraq, Sûriye û Îranê yên ku hevsînorê Tirkiyê ne, ye. Perçeyê çarem jî tu bibîne, evqas agahî bes in. Eger parlamenterê welatekî cînarên xwe nas neke birastî nexweş e. eger emê bi hev re bijîn divê tu baş dersa xwe bixwînî paşê werî. (rudaw)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News