ala kurdistan
Ey Reqîb

Serokê PAK’ê Ozçelîk: Em Partîyeke Qanûnî û Meşrû ne

Daxwaznameya serlêdana fermî ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ku îsal li 18’ê meha 10’an li Amedê partîbûna xwe ragihandibû, li Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ev 2 roj in nayê qebûl kirin.

Endamên Desteya Rêvebiriya PAK’ê bi Seroktîya Serokê Giştî yê partîyê Mustafa Ozçelîk, ji roja Duşemê ve li paytexta Tirkîyê Enqerê li benda pejirandina serlêdanê ne ku dokumenta fermî ya serlêdanê bidin wan.

Serokê PAK’ê, ji Dengê Amerîka re li ser serlêdanê ku astengî ji wan re hatine derxistin û bernameya partîyê agahîyan dide.

 “Ligel ku me hemû belgeyên xwe radestî wan kirine jî qanûnên Tirkîyê têne binpêkirin û ti rayeya karbidestên wezareta navxweyî nîne bersiva me nedin. Wezaret mecbûr e îro nebe sibe, daxwaznameya me qebûl bike. Em xwe amade dikin dozê li wan vekin.”

Serokê PAK’ê daxuyanîyên Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn ku gotibû, ‘Ne pêkane partîyeke ku li hûndirê Tirkîyê daxwaza pêkhateke cuda bike, were ava kirin.’ rexne kir.

“Birêz Şahîn xwe dixe şûna dadgehê ku bi van daxuyanîyên xwe jî wê bandorê li ser dozgeriyê bike. Ev xeletiyeke pir mezin e. PAK li gor qanûnên navnetewî ku Tirkîyê îmze kirine dikare xebatên xwe yên sîyasî bike. Ev jî beşek ji demokrasîyê û derbirina azadîya ramanê ye.”

Birêz Ozçelîk destnîşan kir, “Jiber ku me dokumêntên xwe radestî karbidestan kirine, partîya me niha ava bûye û em ê wek partîyeke sîyasî ya meşrû li gor qanûnan xebatên xwe bi awayê fiîlî li Tirkîyê bimeşînin.”

Serokê PAK’ê got, ‘em ê li derveyî tundûtujiyê xebatên xwe bi rêbazên demokratîk û bêîtaetiya sivîl bikin’ û li ser bernameya partîyê wiha peyivî:

“Dirûşma partîya me azadî ye. Em dibêjin, azadî jibo Kurdistanê. Em li ser bingeha şirîkatiyê jibo Kurdistanê daxwaziya statuyekê di hûndirê Tirkîyê de dikin.”

(voa-dengéamerika)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News