ala kurdistan
Ey Reqîb

Ji Pêwistiyê Daxuyaniyek ji Komîteya Amadekar ya Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd

Dazanîna Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd ya 1 ê Adara 2016 ê bi van hevokan ve destpê dike:

“Em zarokên Kurdistanêne ku welatê wan di bin dagirkeriyê de ye û mafê perwerdeyiya bi zimanê zikmakî jî di navde tevayî mafê wan hatiye binpêkirin.”

Piştre beşdarên hêja ev diruşm baş dîtin. “Kurdistana Serbixwe, Hizrê azad”

Awayê kar weha hate diyarkirin:
“Di navbera Kurdande bê arîşe û kêşe, sedî sed dilnizmî”

Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd Projeyek û hewldaneka Netewî ye.

“Em bi hemî partiyan re di heman nêzîkbûnê de ne” peyveke şerme lê bêyî tu rastiyeke xwe hebe, em neçar man bi giringî derbibirin ew xeyalên dixwazin Înîsiyatîfê bi dakokî bi deverna ve girê bidin dê her wekî xeyal bimînin. 
Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd wê armancê di nava xwe de radigre ji bo hêviyên azadî û  serxwebûnê yên gelê Kurd bi berhev, hêz û kirîna hizrên rewşen bersiv bide.

Partiyên siyasî yên Kurd yên xwedan hizra azadî û serxwebûna Kurdistanê, dikarin peywendî li gel Înîsiyatfê deynin.

Hizir û raman û bîrdoziya  Kesayetên hêja yên piştgiriya xwe ji bo Destpêşxeryê rave kirî wana girê dide, lê ji ber vê piştgiriyê helwestekî Kurdistanî pêşan dane û bo vê yekê jî sipasiya Kurdistanî mafê wane.

Nêrîna “Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd divê li ser partiyan re be” gelêk tête gotin.

Di rojeva Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd de astên “jêr” û “jor” tunene.

Em ji bo Kurdistaneka Yekpar ketine rê, Jêr û Jora Kurdistanê jî ya meye.

Komîteya Amadekar ya Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.
Image CAPTCHA
Enter the characters shown in the image.

Rojname Kurdish News