ala kurdistan
Ey Reqîb

Kerkûk: Bersiva Koalîsyonê li hemberî Referandûmê ye - Mahfuz Yıldız

Berya Referandûmê, ez di wê bawerîye de bûm ku ew ê koalisyon, tev nebe jî, dewletên rojava ku serkeşîya wan Amerîka(DY) dike û ji Birîtanya(UK), Fransa, Almanya û yên din pêktê, ew ê piştgirîya Kurdistanê bike, ger pişgirî neke jî, dibe ku xwe neqayil neke, ger xwe neqayil bike jî, dibe ku destdûr nede Kurdistan bibe qada şer û pevçûna. Le mixabin û hezar car mixabin ev tişt pêk nehat û axa Kurdistana pîroz, dîsa ket nav dest û pîyên şîrheram u xwînmijên Fars û Ereb û Tirkan.

Beriya ku Kerkûk bêşer bikeve destên Haşdî şabî, li Hewlerê dinavbera hikûmeta Kurdistanê û hêzên hevpeymanîyê de civînek bireve diçû, di dû vê civînê de, Kerkûk, bêşer, ji hêzên biser Iraq û Îranê re hathiştin. Bi dîtina min, hêzên hevpeymanî, li vir ji Kurdan re tiştekî gotin û Kurdan li ser vê, bêşer, Kerkûkê û herêmên din, yê ku dinav Kurdistan û Iraqê de wek "deverên nakok" tên hesibandin, terikandin.

Yanê, bigotina kin u kurt, ev mesela ku li Kerkûk û 'deverên nakok' qewimî, bersîva dewletên hezên hevpeymanî bû ku digotin "Ne dema referandûme ye." û Kurda bi gotina wan nekir. Kurdistan welatek biçûk e û ne biserêxweye. Di qada navnetewî de bandora wê, hima bê, tune ye. Qada navnetewî ne yekserîye. Îro Neteweyên Yekbûyî ji 193 dewletan pêktê û ev dewlet bi dorê, ji xeynî endamen daîmî, di karin bibin endame Konseya Ewlekarîyê a Netewen Yekbûyî. Konseya Ewlekarîyê ji penc endamên daîmî û ji deh endamên demkî avadibe. Ji bo ku biryarek di Konseya Ewlekarîyê de derbas bibe, pêwîst e ji 15deyan 9 endam 'ere' bikin. Ger ji 15 endama 9a 'ere' kir jî, dibê her 5 endamên daîmî jî 'ere' kiribin, ger ji wan 5 endamê daîmî yek jî 'veto' bike, ew biryar pejirandî [qebûlbûyî] nayê hesibandin. Em bînin bîra xwe, ka bê Amerîka(DY) û Birîtanya, ji bo ku karibin Saddam ji ser hukim daxînin çi zehmetî kişandin. Çima: Ji ber ku qayilkirina Konseya Ewlekarîye ne gelek hêsan bû. Ere, îro mijara me ne Netewyên Yekbûyî ye Koalisyon ango Hêzên Hevpeymanî ye lê ez vana çima tînim bîra we: Ji ber ku di qada navnetewi de kar wisa bi riheti nameşin, ne ku hûn Kurdistan bin û neyarên we, Irak, Îran, Sûrîye û Tirkiye, ji alîyê her dewletan ve hatibin nasîn û endamên Neteweyen Yekbuyî bin, hûn Amerika û Birîtanya bin jî kar û îş hergav bi dile we nameşin! Îro koalîsyon li ser çi esasî avabuye? Li ser esasê şerê lihember grubên tundewar ên cîhadîst. Ger dewletek, ku endamê Neteweyên Yekbûyî be, di nav axa xwe de nikaribe rê li ber wan grubên cîhadîst bigire, wê gave heqê dewletê girêdayî Netewên Yekbûyî heye ku mudahle bike. Ger bidilê wê dewletê be, ya ji ne bidile wê be. Ji ber ku ewê dewletê hêza xwe wenda kiriye û nikare gelê xwe bipareze. Koalisyon rewabûna (meşrûyet) mudahleya xwe ji vir digire û dîsa jî ne li ser esasên Netweyên Yêkbûyî li ser esasê hin dewleten endamê Neteweyên Yekbûyî û li ser mîsyonakî bitenê tevdigere. Yanê nikare derkeve derveyî mîsyona xwe, dema derket jî lezime tevahîya pêkhateyê hêza xwe qayil bike. Dema Kerkûk di dorpeçê de bû rojnamevana ji berpirsê Hêzên Hevpeymanîyê ê Birîtanî pirsîn "Gelo çima helwesta hêzên hevpeymanî di derheqe vê meselê de tune?" Berya ku Trump hê daxwuyanî ne dabû, mêrik eynû wek Trupm got ku "Her du alî jî hevkarên me yî şerê li hember DAEŞê ne. Em ê çewa karibin ali-girtîyê bikin".

Mesele, biserêxwe, ne mesala neyarên sondxwarî yên Kurdan, Tirkîye u Îranê ye. Mesele, bitenê, ne mesala neyekbûn û neyekhezbûna partî û rêxistinên Kurda ye, û mesele ne bitenê îxanet û xayintî û newêrektî ye. Na. Mesele, destdûra qada navnetewî ye. Dewletên sereke, yên qada navnetevi, îro destdûr nedane Kurdan ku 'erdên nakok' bikin tevî axa Dewleta Heremî a Kurdistanê û destdûr nedane Kurdan ku dewleta serbixwe ava bike. Bi dîtina min ev mesele dibê ewha bê xwendin, şîrovekirin ya na ew kesên ku ferman dan peşmergeyan û gotin "Kerkûkê berdin" weha bi rihetî ewê nikaribûna vê fermanê bidin. Ez zanim, îro, em Kurd gelek hêvîşikestî û xemgîn in. Ez jî, piştî bûyerê, wê şevê, tenê du saet razam û di wan du saetên xewê de jî, meran bi sê cîyan bi min vedidan. Lê ne dawiya dinyaye ye û ne jî dawiya şer, tekoşîn berxwedan û sîyasetê ye. Kerkûk bi derekî de ne çûye û welatparêzî di dilê me de hêjî gur û geş e.

Heviya min ew e, ku Kurd dev ji partîzanî û perçebûyînê berdin û nezî hev bibin. Ez zanim dijminê me pirin û zûbizû, veşartî-aşkere, nahêlin em yekîtikî çêkin lê ê me jî, pewîst nîne ku dunya alem zanibe em Kurd diben yek, em di binî de, veşartî, qe ne be, hêzên xwe bikin yek, ji hev hêz bigrin. We demê, dibe ku, dengê me jî di qada navnetewî de derkeve û gotina me pere bike!

Mahfuz Yıldız

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News