ala kurdistan
Ey Reqîb

Zozan Kurdish Shop

Dibêjin ku Kerkûkê xwîn digirî

Dibêjin ku Kerkûkê xwîn digirî

Musa Anter

Ji xwe re li hinek nivîskarên me (tirk) binêrin bê çiqasî nezan in û zirtole ne. Peyvên ku dibêjin, sûda xwe ne ji kurda re û ne jî tirka re heye. Di nava hemwelatiyên Tirkiyê de tenê kîn û jihevdurdixistinê pê ve çi nirxên xwe tune ye. Weke mîsal, di sernivîsa nûçeya rojnameya Milliyetê a 30 nîsana 1991 î ê de wisan tê gotin: Turkmen naxwazin têkevin bin nîrê kurda û ketinek wisa red dikin. Kerkûk xwîn digirî.

Mirov dema sernivîsê bixwîne dê bawer bike ku hetanî niha li Kerkûkê ala azeriyan ber bi ezmên ve dihate bilind kirin û lewma ew naxwazin niha di bin nîrê kurda de bijîn (!). Ev 70 sal e hûn segtiya (kuçiktiya) ereban qebûl dikin, lê çima hûn a kurda napejirînin?!
Bibihurin (efû) turkmenên Kerkûkê, berê peyvên min ne li we, lê li çapemeniya me (tirk) a bêexlaq e. Ez bawer nakim ku hûn mîna wan hizir bikin û ji kurda re wisan bêjin. Ji ber ku hûn û kurda bi hev re di zîndanên dewleta faşîst a Iraqê girtî ne û hûn bi hev re diçine ber sêdarê. Di dema koçberiya kambax a vê dawiyê de jî hûn û kurda bi hev re bûn. Lê dema li hemberî van rastiyan, turkmen bidin pey şopa çapemeniya tirkiyê û weke wan hizir bikin, tercîha we, jiyana di bin nîrê ereban de be, ez dê ji we re bêjim: Rêya we hetanî cehemê vekirî ye/cehenema we kirî/dojeh paya be! Kerkûkê dê zêde li ser we negirî (Kerkûkê pêwîstiya xwe zêde bi we tune ye).

Erebên serker her roj petrola Kerkûkê talan dikirin. Bi pereyên petrolê çekên/sîlah giran dikirîn û berê wan çekan didane kurda û turkmena.

Çima wê demê qala giriyê Kerkûkê nedihate kirin?! Çima niha qala giriyê wê tê kirin?!
Ez bawer im ev rojnamevanên nezan û bêexlaq dixwazin bi rêya şantaj, hîle û derewan meşhûr bibin.

Kerkûkê ji ber hebûna kurda nagirî. Ji xwe Kerkûkê beşek ji xaka Kurdistanê ye. Turkmenên li wir jî penaber in û di demên berê de bi dilxwaziya kurda li wir bi cî bûne. Kerkûk ne bajarek ji yê Azerbeycanê ye ku turkmen li wir xwîn bigirîn.

Hejmarek dewletên tirka hene. Tirk mîna kurda ji awira hebûna dewletên xwe ve ne hejar in, 10 dewletên wan hene. Dema turkmen ji jiyana xwe a li Kerkûkê ne xweş bin (ne memnûn bin) rê ji wan re vekirî ye. Ew dikarin bar bikin û herin li dewletekî ji yên xwe û jiyana xwe li wir bidomînin

"Yeni Ülke", 2-8 hezîran 1991.

Ji Tirkî welgerand: Eray Temiz

Mûsa Anter kî ye?Rewşenbîrê hemdemî Anter di 1920 an de li gundekî Nisêbînê, li Zivingê hate dinyê. Piştî xwendina destpêkê û ya navîn li Zanîngeha Stenbolê dest bi xwendina hiqûqê kir. 1944 an de bi Hale Xatûnê re zewicî. Anter ji ber dîtinên xwe yê polîtîk û Kurdîstanîbûna xwe gelek caran hate girtin, îşkencekirin. Wî di dema girtina xwe de jî nîvisî. Zindanîkirina wî bi 49 kurdên xwendevan û welatperwer re ku bi navê "doza 49 an" tê nasîn, bûyerekî dîrokî ye û bi serê xwe cihê lêkolînan e. Anter gelek caran hate dadgehkirin. Lê dadgehên tirka jê re bûbû nîgargehek e şanoyî. Zanabûna xwe a polîtîk, bilinbûna xwe a çandî li ser kurbûna xwe a hiqûqî siwar dikir û şerê dadgêrên mahkemê dikir. Doza kurd di dadgehên Tirkiyê de dihanî zimên. Endamên dadgehê ji bo cezekirina wî çi rê peyde nedikir. Mûsa tevayê rêyan li ber wan digirt. Mûsa, henekê xwe bi qanûnê Tirkiyê dikir û serbilindiya kurdbûyînê dihanî zimên.Mûsa mirovekî civathez bû, henek û pêyvên xwe bi nukteyan barkirî bû. Mala wî, cihê mêvana bû, kêfa wî bi taybetî ji sohbeta xortan re dihat. Gelek xortên kurdan bi nîvîs û sohbetên wî şiyar bûn. Piştî ku zarokên wî (Anter, Rahşan, Dîcle) li derveyî welêt bi cî bûn, hejmarek kesên ciwan bi çavê "bavê manewî" nêzî wî dibû. Mûsa jî bi çavê zarokên xwe li wan dinêrî û hezkirina xwe li ser wan kêm nedikir. Rojnamevan û nivîskarê navdar Mûsa Anter kutupxaneyek e zindî bû. Hayê wî ji serpêhatiyên herêmê hebû. Dîroka Kurdistanê pir alî zanî bû. Klasîkên kurdî li ber destê wî bû.Nivîsevaniya Mûsa xwedî stîlek e taybetî ye û pir dijwar e ku mirov bi şêweyê wî binîvisîne. Ji ber ku makaleyên wî kin, têr, tije, bi hedef û bi nukte bûn. Qûncikên Mûsa meydana şerî bû. Wî bi makaleyên xwe neyaran bombebaran dikir. Anter hejmarek pirtûk nivîsîne. Hinek ji berhemên wî ev in: Kimil (Kimil helbestek e, di helbetsê de qala xetera kimilê dike ku çawa ziyanê dide genim û zêd, gundî pê pêrîşan dibin), Brîna reş (lîstikek şanoyî ye), Vakianame, Hatiralarim 1-2 (bîranînên Anter in). Rojnamevaniya Mûsa pir xurt bû. Dûr didît, kur didît, zû didît û heqê nivîsê di dema xwe de dida wê. Di derxistina gelek kovar û rojnameyan de rola wî çêbû. Hetanî roja hate şehîdkirin jî nîvîsî, gelek kesên rojnamevan ji kaniya wî av vexwar. Şark Postası, İleri Yurt, Rewşen û Welat beşek ji rojname û kovar bûn ku birêvebiriya wan dikir an ji wan re dinivîsî. Mûsa Anter jiyanek e din bin raçavkirinê de derbas kir. Ji aliyê sîxurên dewletê dihate taqîpkirin. Ji awira ewlekariyê ve ji wan re xeter dihate dîtin. Ji xwe wî gelek caran qal dikir û şikên xwe li hemberî dewletê dihanî zimên. Zanîbû ku rojekê dê bi destê neyaran û bi nemerdî bê qetilkirin. Lewma di saxîtiya xwe de digot ku, ew dixwaze têkeve rêza Şex Seîd, Seyid Riza û Qasemlo, bibe şehîdê welêt... Anter, bi destê hêzên reş a dewleta Tirkiyê 20 îlona 1992 an de hate kûştin. Şehîdê nemir Anter di dilê Gelê Kurd de dijî û dê herdem bijî.

"Yeni Ülke"

Ji Tirkî welgerand: Eray Temiz

Yorumlarınız moderatörlerin onayından geçtikten sonra yayınlanacaktır.

Filtered HTML

  • Web sayfası ve e-posta adresleri otomatik olarak bağlantıya çevrilir.
  • İzin verilen HTML etiketleri: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Satırlar ve paragraflar otomatik olarak bölünür.

Plain text

  • Hiç bir HTML etiketine izin verilmez
  • Web sayfası ve e-posta adresleri otomatik olarak bağlantıya çevrilir.
  • Satırlar ve paragraflar otomatik olarak bölünür.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.
Image CAPTCHA
Enter the characters shown in the image.

Rojname Kurdish News

Zozan Kurdish Shop